Bombardûmana dewleta Tirk dewam dike
Dewleta Tirk a dagirker bi şev li nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirên ên li herêma Koçeratê xist. Her wiha bombe li 4 nuqteyên Şehba û Şêrawayê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bi şev li nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirên ên li herêma Koçeratê xist. Her wiha bombe li 4 nuqteyên Şehba û Şêrawayê barand.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker bi şev bombe li navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li gundê Koçerat ê navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişloyê barandin.
Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate ragihandin ku komek ji endamên wan şehîd bûne û hinek birîndar bûne. Hate ragihandin ku agahiyên berfireh wê piştre bêne dayin.
Li Şehbayê jî navçeya Til Rifetê û gundên Eyn Deqnê û Semûqa, li Şêrawayê jî gundê Soxaneke bi şev hatin bombekirin. Li gundê Soxaneke nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê heye. Têkildarî encama bombardûmanê agahî bi dest neketin.