Bombardûmana dewleta Tirk elektrîk qut kir

Ji ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora Qamişloyê, li navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û gund û bajarokên Dêrikê elektrîk qut bûn.

Dewleta Tirk a dagirker ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têk çûye, doh bi şev bi balafirên şer bombe li hin navendên binesaziyê yên Kantona Cizîrê barand.

Di encama bombardûmanê de li bajarê Dêrikê stasyona Petrolê ya Seîda û stasyona elektrîkê ya li Bbana Şikeftê xisar dîtin. Li navçeya Tirbespiyê jî Stasyona Petrolê ya Ewdayê di encama bombardûmanê de ji xizmetê derket, lewma ji ber bandora li li ser pompayên gazê yên li stasyona Siwêdiyê ku elektrîkê dide tevahiya kantona Cizîrê, li navçeyên Tirbespiyê, Çilaxayê û gelek gund û bajarokên Dêrikê elektrîk qut bû.

Rayedaran diyar kir ku pompeyên gazê heta niha kêmî ji sedî 50 kapasîteyî dixebitin.

ÊRÎŞA LI SER ŞEHBAYÊ

Dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh kiriye, serê sibehê bombe li gundê Şeale û Xirbetê yên Şehbayê barand.