Bîlançoya hefteyekê ya li Kampa Holê hat ragihandin

Hêzên Ewlehiya Navxweyî da xuyakirin ku di operasyonên li Kampa Holê hatine kirin de 15 jê çeteyên DAÎŞ’ê, 121 yek kes hatine destgîrkirin, 16 tûnel û gelek alav û amûr hatine desteserkirin.

Hêzên Ewlehiya Navxweyî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ`ê û bi armanca tunekirina şaneyên DAÎŞ`ê di Kampa Holê de di 25`ê Tebaxê de, qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî ragihand.

Hêzên Ewlehiyê, îro bi civîneke çapemeniyê bîlançoya hefteyekê ya pêngavê aşkere kir.

Di civînê de Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxweyî Elî El Hesen, ji fermandarên YPJ`ê Rûken Kobanê, berdevkê ragihandina QSD`ê Ferhat Şamî, serokê Meclîsa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo, ji Rêveberiya Asayişê ya Hesekê Diyala Keleş û ji fermandarên YPJ`ê Viyan Erdal amade bûn.

Elî El Hesen û Viyan Erdal daxuyanî xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Hewildanên DAÎŞ’ê ji bo ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike da ku vegere, ewlehî û aramiya xwecih, herêmî û navneteweyî têk bibe careke din derdikeve pêş. Ji xwe rêbaza çalakiyên xwe ji fealiyatên şaneyên veşartî û keşfê veguherîne derketineke çalak. Her wiha pêkanîna operaseyonên mezin ku ev di êrîşên li ser zindana Sînaa ya Hesekê de û di çalakiyên piştî wê de derkete holê. Di vê yekê de, DAÎŞ ji gelek rewşên heyî û bi taybetî belavbûna wê ya berfireh û aktîf li çolistana Sûriyeyê û sînorê Iraqê, her wiha ji piştgirî û alîkariyên ku dewleta Tirk a dagirker ji serçeteyên şaneyên wê yên razayî li herêmên dagirkirî pêşkêş dike û di heman demê de êrîşên wê yên ku li ser herêmê pêk tîne ku hêzên me bi wan êrîşan ve dide mijûlkirin, ji bo DAÎŞ bû bingeh ku xwe ji nû ve zindî bike.

Erkên me yên di aliyê ewlehî, mirovî û exlaqî beramberî gelê me û niştecihên kampê yên ku bûne qurbanên fikirên DAÎŞ’ê ku hewl didin wan ber bi xwe ve bikişînin û di nava xwe de wan bi rêxistin bikin, bi taybet zarok û her wiha xwarina gefan li ewlehî û aramiya piraniya niştecihên kampê yên ku fikirên wan qebûl nakin, hişt ku em wekî Hêzên Ewlehiya Navxweyî û bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî; qonaxa yekemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di sala buhurî de dest pê bikin û her wiha hişt ku em di 25’ê Tebaxê ya meha buhurî de li qonaxa duyemîn dewam bikin. Em, niha piştî derbasbûna hefteyekê hîn jî li qonaxa duyemîn a pêngavê li gor plansaziya ku hatiye diyarkirin, dewam dikin. Em ê niha ji we re encamên vê hefteyê ragihînin;

KAMPA HOLÊ JI SEDÎ 50 HAT PAQIJKIRIN

121 kes, di nava wan de 15 jin ku endamên rêxistina DAÎŞ’ê ne hatin girtin, her wiha hêzên me 16 tûnel ku şaneyên DAÎŞ’ê ew ji bo veşertin û revê ji kampê bi kar dianîn hatin dîtin. Di heman demê de gelek alavên ku ji bo kolandina van tûnelan bi kar dianîn hatin desteserkirin.

119 kampên ku DAÎŞ’ê ji bo perwerde, dadgehên şerî, êşkence û kuştinê bi kar dianîn ji holê hatin rakirin. Her wiha 48 telefon, I pad, laptop û 2 hardên ku di têkiliyên navbera wan şaneyan de dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin.

Di heman demê de, hêzên me cebilxaneyeke çekên m-16 û cilên leşkerî ku dirûşm û ala dewleta Tirk li ser hebûn desteserkirin.

Her wiha encamên lêpirsînên destpêkê yên bi piraniya kesên ku hatine girtin re, diyar kir ku sererastkirin û hemahengiyeke rasterast di navbera şaneyên di hundirê kampê û derveyî wê, bi taybet herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çolistana Sûriyeyê û sînorên Iraqê de heye.

Gelek amûrên êşkence û qetilkirinê yên ku şaneyên rêxistina terorîst di çalakiyên xwe yên teroristî de  li dijî şêniyên kampê bikar anîne û di vê pêngavê de ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin, her wiha cihên binerd ên ku ji bo dadgehkirina qurbanan bi kar dianîn û pişt re bi rêbazên hovane ew qetil dikirin, nîşan dide ku ew şane li ser hişmendiya DAÎŞ’ê dimeşe û tirsê dixe dilê şêniyên kampê da ku neçar bibin serî li ber fermanên wan bitewînin û tev li çalakiyên wan ên terorîst bibin.

Her wiha cihên perwerdeyê yên şerîetê ku şaneyên DAÎŞ’ê ji bo amadekirina nifşên nû li ser fikirê DAIŞ’ê bi kar dianîn, hatin ji nav birin.

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dewam dike. Heya ku em jiyaneke bi ewlehî ji bo şêniyên kampê misoger nekin û çavkaniyên ku piştgiriyê didin şaneyên DAIŞ’ê da ku xwe bi rêxistin bike û fikirên xwe yên radîkal belav bike ji holê ranekin, wê operaseyona me dewam bike.

Di dema ku operaseyona me dewam dike de, hêzên me bi baldarî tevdigerin da ku alîkariyên mirovî, lojistîk û tenduristî bi hêsanî pêşkêşê hemû şêniyên kampê bikin. Li ser vê bingehê em bang li saziyên navneteweyî û herêmî dikin da ku alîkariya mirovî pêşkêşê niştecihên Kampa Holê bikin.“