Berxwedana Efrîniyan a li kampa Vegerê

Bi hatina zivistanê re û êrîşên dewleta Tirk li dijî gundên Şêrewayê, xelkê Efrînê di Kampa Veger de wê berxwedaniya xwe berdewam bikin.

Hevserokê Kampa Vegerê Îbrahîm Mustefe ji qala karê li kampê kir û got, "Em hewl didin li gorî derfetên xwe pêwîstiyên gel tedarik bikin. Lê belê ji ber kêmbûna derfetan hin astengî hene."

Der barê xizmetguzarê jî got, "Em niha çadiran ji bo zivistanê amade dikin, ji bo ku me ji ba û baranê biparêzin û ji bo ku gel di zehmetiyan re derbas nebe. Ji ber piranî mirovên ku di Kampê de ne jin û zarok in. Av ji aliyê şaredariya gundê Aqîbê ve li ser Kampê tê belav kirin. Rêveberiya xweser bi derfetên heyî hewl dide hemû pêwîstiyên gel pêk bînin."

Mustefe diyar kir ku li aliyekî dewleta Tirk êrîş dike li aliyê din jî hêzên rejîma Sûriyeyê ji wan re dibin asteng û di nava van şert û mercan de ew hewl didin ji pêwîstiyan re bibin bersiv.

Mustefe got, "Em hemwelatiyên Sûriyê ne ji ber çi ev durpêçkirin wê li ser me hebe. Rêya tedewî jî girtine, nahilin tu kes derbasî Helebê bibe. Ji bo tedewîyê bi sed hezaran peran dixwazin, di nasnemaya me da em Sûrî ne çima ev perçebûn em di nav gelê xwe de çêdikin."

Mustefe li ser berxwedaniya gel di Kampê de li hember êrîşên dewleta Tirk axivî û got; "Gelê me bi xwe û hêza xwe bawere. Êrîşên dijimin bi taybet tên li ser kesên sivîl, jin û zarokan, zihniyet û şerê ku dewleta Tirk dike bi gelê Kurd re ye. Em di vir de dibêjin ma wijdana însanan kanî, yên ku nav xwe kirine parastina mafên mirovan, dengê vî gelî naçe wan."

Mustefe got, "Hêviya me ji wan bila rojekê li wijdana xwe vegerin, bi sed hezaran ji miletê me bê maf mane. Em dibêjin  bila gelê me jiyana xwe yê rojana çi xwarin, vexwarin û zanistbûn be pêk bîne, pêwîste gelê me ji zanistê qut nebe, bila pêşeroja me winda nebe."