‘Berdêla wê çi dibe bila bibe wê Efrîn azad bibe’

Meclîsa Kantona Efrînê bi wesîleya salvegera dagirkeriya li ser Efrînê daxuyanî da û got “Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê Efrînê azad bikin.”

Meclisa Kantona Efrînê îro bi boneya çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.

Bi dehan endamên meclisa kantonê û meclisa Kampa Serdemê li kampê kom bûn û bi daxuyaniyekê dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Di ser komkujiya Efrînê re 4 sal derbas bûn û Tirkiyeya faşîst êrişan hê jî didomîne.

Ji 4 salan ve Efrîn bi agirê terorîstê DAIŞ'ê Erdogan dişewite û binpêkirinên wan hê jî berdewam in, çi kuştin, revandin, guhertina demografîk û desteserkirina mal û milkên sivîlan li hundirê Efrînê ango qirkirina çandî, dîrokî û xwezayî ya ku ji aliyê MÎT û çeteyên serdema Erdogan ve tên kirin.

Ev hemû binpêkirinên hovane li ber çavên hemû cîhanê û rêxistinên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin, tên kirin.

Cîhan tevahî bû şahid ku çawa Efrînê 58 rojan li ber çekên teknolojîk ên pêşketî li ber xwe da.

Gelê Efrînê ku beriya 4 salan bi darê zorê ji axa bav û kalên xwe koçber bûne, qonaxa duyemîn a berxwedanê didomînin û roj bi roj israra wan a berxwedanê tevî zehmetî û dorpêçê jî zêdetir dibe.

Koçberên Şehbayê hemû di berxwedana xwe de bi biryar in. Her roj rastî binpêkirinên dermirovî tên û faşîzma Tirk her tim sivîlan bombebaran dike û komkujiyan li dijî wan û bi taybet li dijî zarokan pêk tîne.

Em gelê Efrînê dipirsin ku saziyên mafên mirovan li ku ne û heta kengî dê gelan û pêşeroja gelan ji ber pergala kapîtalîst a desthilatdar paşguh bikin?

Em wek gelê Efrînê careke din wekî ku me soz daye şehîdan, soza xwe nû dikin ku berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê berxwedana xwe heta dawiyê bidomînin û heta vegera Efrîna azad û birûmet em ê li ber xwe bidin.

Em bang li hemû saziyên ku îdiaya mafên mirovan dikin û Neteweyên Yekbûyî dikin ku rêbaz û nêzîkatiyên xwe yên li hemberî dozên gelan ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û van binpêkirinan belge bikin û Erdogan wekî kujer darizînin."