Ber bi nemiriyê

Ez kêlîkekê ji mirinê didizim, ji nemiriyê piçek ruh distînim û destê xwe pê dikim. Ez ne ya pêşîn bûm lê di vî zemanî de min ew li kamera û dilê xwe dineqişand.

Li her derê şopa şer heye, li her derê kombûna nirxên hatine afirandin heye. Wateya kevir û axê heye ya ku em her roj ji ber wê derbas dibin û li pêyê me dikeve. Ev teşe û şiklên van kevirên ku her roj çavê me bi wan dikeve û bi saetan em li wan dinihêrin, wateya her tiştî heye. Ev jî lêgerînêx xurt dike û rêwîtiyê jî. Di nav ax û keviran de bûyîn, guhdarîkirin, hîskirin û rûbirûna wan û kişandina hemû êşan. Heybeta çiyayên ku teht û zinarên wê xwe bi hev digirin û rêzeçiyayên mezin ava dikin. Ev der Heftanîn e. Qada cengê ya ku qehreman lê can didin û wê didin jiyîn.

Ez li ser rêya ber bi warekî din im. Zîlanê pirsî, “Tu yê min jî binivîsî ne wisa?” Ligel ku li kêleka min rûniştibû, bi dengekî bilind got. Heyecan, moral û evîna wê ya ji bo çiyayan, ev enerjî her dem zindî dihişt. Li ser hev pirs dipirsîn. Yek ji pirsa herî xweş a di hişê min de mayî ev bû, “Ka bibêje, dema ku tu gerîlayan dikişînî, tu çi hîs dikî.” Di wê kêlîkê de bi dehan dîmenên tevî bi dehan gerîla, bîranîn û gotin ji ber çavê min derbas bû. Min got, “Ez kêlîkekê ji mirinê didizim,ji nemiriyê piçekî ruh distînim û destê xwe pê dikim.” Got, “Baş e, min zêde fêm nekir lê bila wisa be.” Ya rast fêm kiribû, her tişt di çavan de veşartî ye, di tevger, meş, hêrs, ken û xeydan de.. Gerîla rêyek e, yek ji rêya gihiştina wateyê. Heke hûn karibin bêyî tirs destê xwe pê bikin, hûn ê jî her tiştê xwe kom bikin û werin çiyayan. Werin çiyayan, rahêlin kamera, çek, pênûs, sol, çente, hezkirî, hevalên xwe yên herî baş, tiştên hûn jê nefret dikin, ruhê xwe, dilê xwe têxin destê xwe û werin. Hûn werin bi xwe destê xwe bi gerîlayan bikin. Hûn bi xwe destê xwe bi çiyayan bikin… Bêyî tirs, hûn bi xwe gerîlayan nas bikin.

Li cihên wisa wate zêde dibe. Mekanên wisa dibin cihê ku em wateyê lê zêde dikin û lêgerînên xwe beralî dikin. Ez dizanim herî zêde mirov li cihên wisa li nirxa hezkirinê digere, dizane ku hezkirin çawa dikare bibe hêzeke rizgarker, bêyî ku were vegotin çawa tê jiyîn. Di nav fikara tenêmayinê de, di wê tenêtiyê de li ser pêyan mayin û têra rêhevalên xwe mayin, serbilindbûna di nav wê têkoşînê de. Mirov dema li van deran bîranînekê jî ji azadiyê tehm dike, bêdawîtî û bêzemantiyê bêtir dijî. Li vê derê evqas zêde çem hene ku biherike, ew qasî zêde çiya hene. Artêşeke hezkirinê jî dikare were avakirin. Artêşeke hezkirinê. Artêşa hezkirinê ya ku nirxên herî bedew ên PKK’ê di nav de ne. Artêşeke mezin a hezkirinê, rûyê xwe ji Armanc Goşkar, zimanê xwe ji Atakan Mahîr, cesareta xwe ji Hawar Bedran, pênûsa xwe ji Xelîl Dag, hevaltiya xwe ji Çîçek Botan û Reşît Serdar, kenê xwe ji Jîndar Ezgî, bedewiya xwe ji Şîlana li Dêrsimê şehîd bûye, şerkeriya xwe ji Sakîne Cansiz, enerjiya xwe ji Kemal Pîr ê ku hê jî Kurdistanê xurt dike û ciwaniya xwe ji Andok Ozgur werdigire.

Dema ez li ser van tiştan difikirîm gerîla Zîlan got ku dema veqetînê hatiye. Li vê derê tişta herî tund xatirxwestin e.

Mirov dema çav li hewla bidestxistina tiştên xweş dikeve, dixwaze ya herî zehmet bike. Tişta ku ez anîm vê derê jî ev hest bû. Wan di nav dîrokê de hiştin, zindîkirina wan û dengê wan bigihînim hemû kesan. Ez dizanim ez ne ya pêşîn im ku ji van şiverêyan dimeşim û dikevim, ez ne ya pêşîn im ku karibim biperizim tehma vê avê. Ez dizanim ez ne ya pêşîn im ku bibim evîndara yekem a van qehremanan, lê di vê kêlîkê de ya ku ew li kamera û dilê xwe dineqişand jî ez bûm…