Bakurê Baxozê hate rizgarkirin

Şervanên QSD’ê bakurê gundê Baxoza Jorin rizgar kir. Şervanan di dema xebatên paqijkirina herêmê de depoyeke mezin a cebilxaneya çeteyan bi dest xist.

Operasyona dawî ya ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ ya qonaxa Şerê Tinekirina Terorê didome. Çeteyên DAÎŞ’ê ku li gundê Baxoza Jorin yê bajarokê Hecînê tengav bûne ji bo pêşveçûna şervanan asteng bikin sivîlan weke mertalên zindî bikartînin û li mal û zeviyên sivîlan mayînan diçînin.

Nûçegihanên ANHA ku operasyonê dişopînin, dîmenên rizgarkirina Baxoza Jorin qeyd kirin. Şervanan di dema xebatên paqijkirina herêmê de depoyeke mezin a cebilxaneya çeteyan bi dest xist.