Bagok Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Bi sedan kes ji xelkê Herêma Firatê Şehîd Bagok Kobanê ( Bangîn Qere Elî) yê dema ser erka xwe bû şehîd bû, bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Cenazeyê endamê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Bagok Kobanê (Bangîn Qere Elî) ku li ser erka xwe bû şehîd ket, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka TEV-DEM'ê ya herêma Firatê Hedlê Hesen li merasîmê axivî û got, "Dema em behsa Bangîn dikin, kesekî ku zilm û zordarî qebûl nekiriye tê bîra mirovan. Bangîn tu carî zordarî li ser gelê xwe qebûl nekir û li her derê jî têkoşiya. Tirsa dewleta Tirk ji kesayetên wek Bangîn e, heta ku berxwedêrên wek Bangîn hebe, tirsa me ne ji kesî nîne."

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Mihemed Oso jî got, "Her gava ku em şehîdekî xwe bi rê dikin, soza xwe nû dikin. Raste cigera dayikan dişewite, lê belê ji bo azadiya Kurdistanê em ê her temenî bidin."

Oso diyar kir ku heta ku ew hene wê li hemberî êrîşan, Rojava biparêzin.

Li ser navê Malbata Şehîd, Ridwan Ebdo axivî û anî ziman ku Bangîn çû lê wê bi hezaran mirov bidin ser şopa Bangîn. Ridwan Ebdo got, "Heta ku em li ser axa xwe xwînê dirjînin wê tu carî dijmin negihêje encamê."

Piştre wesîqeya şehîd ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Cenazeyê şehîd li ber dirûşman hate veşartin.