Artêşa dagirker li Efrînê gundekî bi temamî rûxand
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Xalidiyê (Xalta) yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bi temamî xirab kir.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Xalidiyê (Xalta) yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bi temamî xirab kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji 20’ê Çile ve bê navber bi balafir û tankan Efrînê bombardûman dike. Di encama bombebaranê de zêdetirî 60 sivîl şehîd bûn û nêzî 300 sivîl jî birîndar bûn. Gelek cihên dîrokî û cihên jiyanê hate xirab kirin.
Herî dawî îro balafirên şer ên artêşa Tirk a dagiker bombe li gundê Xalidiyê (Xalta) yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê barandin û gund bi temamî xirab kir.