Rêveberiya Hayat Tahrîr El Şam (HTŞ) yê ku li Sûriyeyê desthilatdarî xist destê xwe, sînordarkirina mafê jiyanê yê gelan û jinan didomîne. Bi pêkanîna siyaseta yekperestî, îslamî yê radîkal û cîhadîst ku nasname û çanda gelan ji nedîtî ve tê, polîtîkayên qirkirinê pêk tîne. Aktîvîsta Dûrzî Raqiye Meşel Al Şaîr ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ew polîtîkayên cîhadîs yên HTŞ'ê qebûl nakin û anî ziman ku jinên li Sûweydayê pêşengên têkoşîna azadiyê ne.
Raqiye Meşel Al Şaîr, diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baas’ê û HTŞ’ê dest danî ser desthilatdariyê, li Sûriyeyê nediyariyek derketiye holê û got, “Eger em li biryar û şêwayê tevgera rêveberiya HTŞ’ê binêrin, em dikarin bi awayekî hêsan bibînin ku ji mîsyona siyasî gelek dûr û qels e. Diyar e ku nikarin sîstema li Îdlibê hatiye avakirin derbas bikin. Ji bo welatekî mîna Sûriyeyê ku xwedî neteweyên cuda û çandên cuda ye, modela li Idlibê hatî pêkanîn nabe.”
‘GELÊN LI SÛWEYDA DIKARIN XWE BI XWE BIRÊVE BIBIN’
Raqiye Meşel Al Şaîr, da xuyakirin ku li bajarê Sûweyda têkiliyên bi HTŞ’ê re, tenê li ser esasê parastina jiyana rojane pêk tê û got, “Heyeta HTŞ’ê ji bo rewşa xizmetê ya li Sûweydayê tesbît bike hat. Her wiha nûnerekî wan li bajêr heye ku karê rûtîn ê bajêr bi rê ve bibin. Ji bo Mohsena Al-Mahîthawî bibe walî pêşniyar hat kirin û tê payîn ku dest bi wezîfeyê bike."
Raqiye Meşel Al Şaîr, anî ziman ku di navbera HTŞ’ê û bajarê Sûweydayê de têkiliyeke bi tedbîr heye û wiha domand, “Piştî hilweşîna rejîmê, komeke HTŞ’ê ji bo parastin û ewlehiyê hewl da derbasî Sûweydayê bibe. Lê destûr nehat dayîn ku ev kom derbasî bajêr bibe û paşve hatin vegerandin. Li Sûweydayê xebateke siyasî ku di bin çavdêriya HTŞ'ê de tê meşandin heye. Serokê Dûrziyan Şêx Hîkmet El-Hicrî yekser daxuyanî dabû. Di van daxuyaniyan de hat gotin ku wê çek neyên danîn û heta mafên gelan neyên mîsogerkirin wê ev rewş derbasdar be û pêngava dawî jî bêçekbûyîn e. Gelê Sûweydayê xwedî wê qabîliyet û tecrubeyê ye ku xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ji bo vê jî wê ji bo azadiyê têbikoşe."
‘NABE JIN BÊN PIŞGUHKIRIN’
Raqiye Meşel Al Şaîr, bal kişand ser daxuyaniyên rêveberiya HTŞ’ê û got, “Gava ku em li daxuyaniyên Ubeyde Arnavût û Ayşe El-Dibs ên li ser navê HTŞ’ê tên dayîn dinêrin, nepêkane ku mirov bêje tabloyeke baş li benda me ye. Bal kişandin ser pêkanînên li dijî jinan. Hat gotin ku cihê jinê li mala wê ye. Ev daxuyanî nayên qebûlkirin. Mafê jinan e ku li her qada jiyanê û di nava şert û mercên wekhev de bijîn û tevlî jiyanê bibin. Têkoşîna jinan li Sûriyê bi salan e didome. Tinehesibandina vê têkoşînê nayê pejirandin. Jinan ji bo siberoja Sûriyeyê gavên mezin avêtin. Eger em mînakeke şênber bidin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ku bi salan e têdikoşin û destketiyan bi dest xistine, hene. Li Sûweydayê jî ev 16 meh in jin têdikoşin. Nabe ku ev rastî bên piştguhkirin.”
‘JINÊN SÛWEYDAYÊ PÊKANÎNÊN HTŞ’Ê QEBÛL NAKIN’
Raqiye Meşel Al Şaîr, diyar kir ku ew li dijî rêgezên rêveberiya HTŞ’ê ya li ser jinan red kirine û li dijî vê yekê mîtîng pêk anîne û got, "Li Sûweyda û li Meydana Kerema mîtîngên bi heybet ên protestoyî hebûn. Jin û gelê Dûrzî yên ku ferzkirinên rejîma Baas qebûl nekirine, wê serî li ber rêveberiya HTS'ê netewînin. Pêşniyarên me ji bo jinan ku aktîf bin û rasterast di sazî û rêxistinan de cih bigirin, mînakên şênber ên nerazîbûna me ya mezin a li hemberî pêkanînan e. Divê hemû mafên jinan bên naskirin. Em ê kesên ku mafên me qebûl nakin, qebûl nekin. Di siberoja Sûriyeya nû de divê jin pêşeng bin. Divê di Destûra Bingehîn de xwedî gotin be. Divê destûr û mafên xwe bi destê xwe binivîsînin."
‘DIVÊ MODELA RÊVEBERIYA XWESER LI SÛRIYEYÊ BÊ PÊKANÎN’
Raqiye Meşel Al Şaîr, behsa sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, “Modela Rêveberiya Xweser, li cîhanê deng veda. Modela herî pêşketî û îdeal e. Divê modela ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêkanîn, li tevahiya Sûriyeyê bikeve meriyetê.”