Beriya her tiştî divê em destnîşan bikin ku 1’ê Tîrmeha 1979’an roja Yekşemê bi şev, Rêbertî ji Bakur xatir xwest, bi alîkariya Heval Edhem derbasî Rojavayê kurdistanê bû. Hebûna sînorê çêkirî û sembola perçekirinê yên di navbera Bakur û Rojava de bê wate kir. Lewra berbanga 2’ê Tîrmehê ango roja Duşemê ji bo tevayî Kurdistanê û taybetî Rojavayê Kurdistanê bû rojek nû, derketinek nû û destpêkek nû. Her çiqasî dem û hejmar nabe pîvana sereke ya nirxandin û asta pêşketinê, lê dîsa dixwazim bêjim ku bi derketina Rêbertî ji Sûriyeyê roja Duşemê ango 9’ê Cotmeha 1998’an, bi giştî Rêbertî 19 sal, 3 meh û 9 rojan, yanî 7040 rojan li Rojavayê Kurdistanê, Sûriyeyê û Libnanê maye. Di vê dema xwe ya li vê qadê tevî ku bê îmkanî destpê kir, ti amadekarî û derfetek li vê qadê tunebû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bispêrê, ji tunebûnê hebûn afirand, ji mirinê jiyanek da destpêkirn. Dema mirov dîroka vê erdnîgariyê vedigere mirov dibîne ku li ser vê xetê gelek hicretên dîrokî hatine kirin, di jiyan û baweriya civakan de guhertinên bingehîn, felsefe û ramanên nû hatine çêkirin. Ev çûyîn û hatina li ser vê xetê di dîrokê de ji bo mirovahiyê derketinên nû û bingehîn dane avakirin. Derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tenê wisa sînorek derbaskirin nîne, di bingehê xwe de navê jiyaneke nû, felsefe û ramaneke nû ye, tenê derketina derveyê sînorekî ya ferdekî nîne, ji sîstema heyî derketin û alternatîfeke nû pêş xistine. Gelek mînakên dîrokî yên bi vî rengî di vê erdnigariyê de hatine jiyankirin. Ji ber vê derketina Rêbertî li ser vê xetê watedar û dîrokî ye. Lewre ev derketin bû bingeha hemû pêşketinên ku heyanî roja me ya îro pêk hatine. Bi vê derketinê PKK’ê hebûna xwe parast, bû cihê perwerde û avakirina mîlîtanên Partiyê. Taybetî li hemberî cuntaya 12’ê Îlona 1980’an Tevgera Apoyî hebûna xwe parast, bi amadekarî û xwe komkirinê karîbû ji nû ve bi awayek, xurt xwe rêxistin bike û hemleyên şoreşgerî biavêje û pêvajoya rizgarkirina Kurdistanê bide destpêkirin.
Weke tê zanîn piştî şerê cîhanê yê duyemîn, derketina Fransa ji Sûriyeyê û damezirandina Komara Sûriyeyê ji bo Kurdan siyaseta înkarkirinê, biryarên çewisandinê hatin meşandin, bi taybet piştî ku partiya El Baas di 8’ê Adara 1963’an de desthilatdariya Sûriyeyê xiste destê xwe, ew kiryarên asîmîlasyon û înkarkirinê û bi guhertina demografîk re adeta Kurd bê nasname, çand, ziman hatin hiştin, Kurd bi tunebûnê ango bi şêwazekî pir nerm bi qirkirineke spî re rû bi rû man. Di heman demê de di encama siyaseta qirkirinê de Rojavayê Kurdistanê yanî Efrîn, Kobanê û Cizîr her sê herêm ji hev hatibûn qutkirin.
Di heman demê de, di vê pêvajoyê de li parçeyên din ên Kurdistanê dema Serhildan û raperînên gel dihatin çewisandin, şikandin jiyan dikirin, gelek pêşengên van serhildanan berê xwe didan Rojavayê Kurdistanê. Hinek ji wan ji Rojava derbasî Şam, Misir, Libnan û Ewropa dibûn; hinek jî li Rojava diman, lê nikaribûn hêzeke birêxistinkirî ava bikin. Tenê di asta domandina jiyana xwe ya takekesî de diman. Vê rewşê bi xwe re bêhêvîtî û nebaweriya bi serkeftinê di nava civakê de dida avakirin. Hinek pêşengan jî hewl da ku xwe rêxistin bikin, bi şêwazên cur bi cur komele û partî avakirin, her çiqasî damezirandina van rêxistinan atmosfereke Kurdayetî li Rojava bide avakirin jî lê ji ber ku ew partî û rêxistin di nava xelekên teng ên kesayet û rewşenbîran de diman, nedibûn malê civakê. Her wiha navenda hişmendiya wan xwe dispart nêzîktiya taktîkî ji Rojava re, nepêşxistina projeyeke giştî ya neteweyî ya Kurdistanî, neserxwebûna îradeya wan û hwd. Ev hemû bûn sedem ku nasnameya rêxistinî ya Rojava dernekeve pêş, têkeve bin bandora siyasetên partiyên parçeyên din ên Kurdistanê, li kêleka ketina wan bin bandora navendên istixbaratê yên Şamê.
Rojava ji milê cografîk û nifûs de wek parçeyê biçûk ê Kurdistanê dihat pênasekirin û destgirtin. Li gel vê Rojava jî pir bi xwe bawer nebû û derketineke xurt çênekir. Tevî ku kesayetên navdar, xwedî bandor kedeke berbiçav pêşkêş kiribûn; mîna Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn û hwd. Lê bandora wan di sînorekî pir teng de ma, negihîşt rêxistineke civakî. Rojava asta eniya paş a parçeyên din ên Kurdistanê derbas nekir.
Bi hatina Rêbertî re ew rewşa ku me li jor anî ziman guherî, destpêkê fikreke radîkal a şoreşgerî dest bi xebatê hate kirin, yekîtiya hemû Kurdistanê esas dihate girtin. Partiyên reformîst ên ku berî li Rojava hebûn ew tev ketin valatiyeke mezin, nikarîbûn xwe li ber pêlên şoreşgerî yên Tevgera Apoyî bigirin. Her wiha siyasetên wan ên xapînok û hevkariya wan a bi dagirkerên Kurdistanê re tev eşkere bûn. Bêçaretiya wan bi rengekî zelal derkete holê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hostatî û zanyariyeke mezin bi sebreke mezin mîna bi derziyê bîrê bikole xebatên rêxistinkirina şoreşê di nava hemû beşên civakê de da meşandin. Tişta herî balkêş a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gelê Rojava da nasîn ew pêşxistina pergala kadroyên profesyonel bû. Ev pergal yekemîn car di nava gel û Kurdistanê de dihat dîtin. Li kêleka hebûna kadroyên jin di nava Tevgerê de ew jî mijareke sereke bû ku hişt civaka Rojava Tevgera PKK’ê zû hembêz bike û lê xwedî derkeve. Karîzma û sekin û hêza nirxandin, şîrove û pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; heman rengî bi şêwazê danûstandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi gel re hişt ku gel derdora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bibe, hêviyên xwe yên salan di Rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bibîne. Di demeke pir kurt de zarok, ciwan, jin, karker, hunermend, nivîskar, rewşenbîr… adeta herkesî çi bixwesta li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didît, ji ber vê PKK li Rojava bû rêxistina herî bi bandor. Li ser vî bingehî rêxistina ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava pêş xist sînorên partiyekî derbas kirin, di bin navê ERNK’ê (Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan) de bû rêxistinkirineke giştî civakê. Bi tevlîbûna ciwanên Rojava ya şoreşê êdî kadroyên profesyonel yên partiyê Rojavayê Kurdistanê pêş ketin. Di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rojava ji rewşa aloz û bêbandor derxist, kir xwedî hêz û hebûneke xwedî rol di giştî şoreşa Kurdistanê de. Bi taybet di perwedekirina civakê de û avakirina hişmendiyeke nû ya netewî, welatparêzî; ji ber vê yekê êdî Rojava weke qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate nasîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim bi rêya civîn, pirtûk û kasetên deng û vîdeo û perspektîfên nivîskî civak perwerde û rêxistin dikir. Di heman demê de her çiqasî kadro bi erka perwerdeya civakê dihatin erkdar kirin jî, lê pirî caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin kadro dişandin nava civakê û ew kadro di nav civakê de dihatin perwerdekirin.
Destpêkirina pêvajoya bêbextiya (komploya) navneteweyî û derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de êdî pêvajoyeke nû destpê kir. Hêzên komploger hedefgirtina Rojava kirin plana xwe ya sereke. Bi taybet piştî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 15’ê sibata 1999’an de û êrîşên li ser gerîla û hedefgirtina navenda hareketê ji milê tasfiyegeran ve Rojava ango qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan para xwe ji van êrîşan girt. Hêzên komploger digotin “pêwîste ev qad were tasfiyekirin.” Bi vî rengî dixwestin bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava lewaz bikin. Xwe dispartin du faktoran; yek, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derketibû, hêzên dijber xwestin bi destê tesfiyegeran wê valatiyê ji xwe re binirxînin, Rojava têxin dest xwe; ya duyemîn, bi Peymana Edenê ya ku di 1998’an de, di navbera Sûriyeyê û Tirkiyê de hatibû îmzekirin. Li gorî vê li dijî Tevgerê hevkariyek di navbera van dewletan de hat çêkirin. Bi taybetî piştî mirina Hafiz El Esed a di 2000’î de ev gihîşt asta herî jor.
Bi damezrandina PYD di 2003’an de, bi pêşketina Serhildana 12’ê Adarê ya 2004, derket holê ku asta rêxistinî, hişmendî û çanda berxwedanê ya ku Rêber Apo li Rojava avakiribû ew bingehîne, xurte nayê tunekirin, êdî rastiya ku Rojava qada Rêbertiyê ye, gelê Rojava jî gelê Rêbertiyê ye, xwedî şehîd û mîraseke tekoşînê ye. Hemû ferdên malbatan ketibûn nava pergala rêxistinî gihiştibû astekê ku zarokan li dewsa ku ji xwe re şekiran bikirin, ew pereyên ku di dest xwe de vedişartin kom dikirin di dawiya mehê de bi navê alîkariyê didan rêxistinê, Rêber Apo civak gihandibû astekê ku di demê mewsimên çandiniyê de bi hezaran kes bi hev re (mezin û biçûk, jin û zilam, karker û karmend……) tev diçûn kar û bixwebexşî berhemên wî karî tev dişandin ji rêxistinê re.
Di dîroka tevgera siyasî ya Rojava de yekemîn car bû ku jin bi rengekî aktîf tevlî rêxistinê bûn, yekemîn car bû ku jin ji mala xwe derdikeve û bi vîna xwe ya azad tevdigere, dixebite, bi nasnameya xwe ya azad xwe îfade dike, bi saya xebatên Rêbertiyê yekemîn car cejna Newrozê bi girseyî û li gorî wateya xwe hat pîrozkirin, her wiha ji bo vala derxistina siyasetên qirkirin û tunekirinê û ji bo pêşxistina hestên netewî, ji bo zindîkirina dîroka resen a Rojava, xebateke berfireh a Çand û hunerê hate meşandin, di encamê de bi dehan komên hunerî û yekîtiyên rewşenbîran û nivîskaran hatin damezrandin, şoreşeke hunerî, çandî, zanistî hate pêşxistin.
Di demekê ku dibin siya pergala dewlet netewê de hestên nijadperestî û netewperestî hatibûn kûrkirin li hemberî wê, Rêber Apo li Sûriyeyê bingeha hevgirtina gelan saz kir bi taybetî gelên Kurd û Ereb, Kurd û Suryan. Rêber Apo di nava tevlîhevî, pirsgirêk û nakokiyên Rojhilata Navîn de mîna ku li ser pişta şêr be siyaseteke kûr dida meşandin.
Dema ku pêvajoya Bihara gelan li Rojhilata navîn destpê kir, ji her kesî zêdetir tevgera PKK’ê amade bû ji pêşwazîkirina vê pêvajoyê re, ji ber ku Rêbertî wê bi salan projeya çareseriyê amade kiribû, tevî ku li Tûnis, Lîbya, Misir, Yemen rejîmên desthilatdar hilweşiyan lê wan nikarîbûn pergaleke demokratîk ava bikin, ji ber wê yekê heta roja îro hîna li wan welatan pirsgirêkên demokrasyê tên jiyankirin. Her wiha li Sûriyeyê jî pêvajoyek hat destpêkirin lê vaye derbasî sala xwe ya 13’an dibe lê li ti deverên Sûriyeyê guhertin û pêşketina demokratîk pêk nehat, ji bilî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bû xwedî rêveberî û pergaleke civakî ya demokratîk. Sedema wê ew e ku li vê qadê civakeke rêxistinkirî, xwedî hişmendiyeke perwerdekirî li ser ramanên Rêber Apo heye, Xebat û keda Rêbertiyê bû bingeh ji Şoreşa Rojava re, ger Rêber Apo li Rojava bingeh çênekiriba, xebatên perwerde, akademî û aboriyê nemeşanda bê guman wê di pêşxistina şoreşê de zehmetî bihatana jiyankirin. Jiyana komûnal, aboriyeke li ser hîmê koperatîfê û pergala rêvebirinê ya meclîsê destpêkê dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava bû di pratîkê de bingehê wan hatibû danîn. Ji ber vê gel ji pergala xweseriyê ne biyanî bû, zû xwedî lê derket. Paradîgmaya Rêbertiyê ya ku xwe dispêre Civaka demokratîk û Azadiya Jinê û hişmendiya Ekolojîk bû felsefeya tekoşînê, li gorî wê şoreş hat pênasekirin, Şoreşa Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) xwe sipart hişmendiya Neteweya demokratîk, Azadiya jinê, hevgirtin û xwişk û biratiya gelan jibo xwe esas girt, daxwazkirina desthilatdariyê nebû armanc, berovajî wê avakirina pergala civakî ya demokratîk ji xwe re esas girt.
Ruhê berxwedan û serhildanê yê ku Rêbertî li Rojava çandibû, bû bingeh jibo pergala parastinê û serkeftinên leşkerî yên ku pêk hatin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû çavkaniya hêz û moralê ya bingehîn ji ciwanan re ku bi ruheke fedayî ref bi ref tevlî YPG- YPJ bibin, bê teredud gelê xwe û herêma xwe biparêzin, tevgera PKK’ê ji her alî ve xwedî li şoreşa Rojava derket, bi taybetî Gerîla bû xwedî roleke sereke di parastina Rojava de.
Ji ber ku Şoreşa Rojava xwe spart fikir û ramanên Rêbertî, gel û pêkhateyên din ên Sûriyeyê nêzîkatiyeke dijminatî ji şoreşa Rojava re ne kirin; berovajî wê, ew xwedî lê derketin û dîtin ku şoreşa Rojava şoreşa wan tevaye.
Ev bû 25 sal ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derketiye, lê rastiya ku nayê guhertin ew e Rêbertî sînorên xeleka temsîlkirina doza gelê Kurd û rêxistinekê tenê derbas kiriye. Ew bûye zanyar, pêşeng û rêberê felsefe û ramanê azad di asta gerdûnî de. Wî bi ramanên xwe hemû pirsgirêkên cihanê, bi taybet ên Rojhilata Navîn û Kurdistanê nirxand û çareseriya wan pêşkêş kir. Pirsgirêkên xweza û ekolojiyê jî nirxand, ji bo çareseriyê alternatîf pêş xist. Xala herî girîng jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastî û dîroka jin û civakê biberfirehî nirxand. Azadiya civakê û çareseriya pirsgirêkên heyî di azadiya jinê de dît. Ji ber ku şikestina destpêkê di şexsê jinê de pêk hatiye û belavî nav hemû beşên jiyanê bûye. Ango mirov dikare bêje ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêkên heyî tenê nenirxand û rexne nekir, di heman demê de alternatîf û çareserî jî destnîşan kir, ev rastiya Rêbertî ye. Bi kurtasî Şoreşa Rojava berhema ked û xebata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi salan e, hewldaneke ji bo şênberkirina fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, şoreş di hemû kêliyên jiyanê de tê jiyankirin, ne pêvajoyeke kurt an jî demkî ye, ew berdewam lêgerîna rastiyê û di jiyanê de guhertin û nûbûn pêkanîn û afirandine.