Şervana DKP/Birlik Ceren Guneş li Rojava şehîd bû

Endama MK a Partiya Komunaran a Şoreşger/Birlik Ceren Guneş (Ozge Aydin) di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ket.

DKB/Birlik bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku endama wan a MK’ê Ceren Guneş di 3’yê Mijdarê li eniya şer a xeta Serêkaniyê-Til Temirê ‘şehîd’ ketiye.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ceren Guneş li gel hevrêyê MLKP’ê Demhat (Kerem Pehlîvan) li dijî pêngava dagirkeriyê ya faşîst da nîşandan ku gelên Tirkiyeyê ne tenê ji destka dagirkerî û talankirinê nê tenê pêk tê, bûne ala biratî û azadiya gelan.”

DKP/Birlik diyar kir ku Ceren Guneş weke zarokek di nava malbatekî Tirk de tê dinê, anî ziman ku Guneş derfetên ku ji bo wê hatine diyarkirin hemû red dike, bûye xwedî helwestekî şoreşgerî.

KDP/Birlik ragihan ku Guneş li 4 salên derbasbûyî li hemû eniyên şer cih girt û got: “Li Minbicê tevlî şer bûye. Li eniya Reqa bi cesaretekî mezin şer kiriye. Guneş ji bo xeyalên xwe hatibû. Wê ciwanên Tirkiyeyê hest û xeyalên vê jina şoreşger a cesaret bigihîne siberojê.”