Şêniyên Til Berakê li dijî êrîşa li ser Girtîgeha Evînê meşiyan
Şêniyên Til Berakê, ji bo şermezarikrina êrîşa li ser Girtîgeha Evînê ya li Tehranê meşiyan.
Şêniyên Til Berakê, ji bo şermezarikrina êrîşa li ser Girtîgeha Evînê ya li Tehranê meşiyan.
Meclîsa Kongreya Star a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina şewitandina Girtîgeha Evînê ya Tehranê meşek lidar xist. Bi dehan şênî tevlî meşê bûn û bang li hêzên navneteweyî kirin, ku erkên xwe pêk bînin û kiryarên dermirovî yên dewleta Îranê yên li dijî gelan rawestînin.
Meş ji çerxerêya Firinê ya başûrê navçeyê destpê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Jîna Emîn hatin hildan. Her wiha diruşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Na ji dîktatoriyê re" hatin berzkirin.
Meş li çerxerêya Şehîdan a naverasta navçeyê sekinî. Li vir ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama rêveber a Kongreya Star a Til Birakê Alya El Iwês axivî, qetilkirina Jîna Emînî û tundiya li ser jinan şermezar kir.
Alya El Iwês diyar kir ku piştî çend hefteyan di ser qetilkirina Jîna Emînî re rejîma Îranê bi rêbazeke hovane Girtîgeha Evîn şewitand û wiha domand: "Ev rêbaz dewama siyasetên desthilata dîktator e ku tirs û xofê belav bike û hegemoniya xwe ferz bike."
Alya El Iwês bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û kiryarên hovane yên li dijî mirovahiyê rawestînin.
Çalakî bi berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.