Li Kobanê meşa 'Na ji Peymana Lozanê re'

Xelkê herêma Firatê bi rengekî girseyî dakete qadan û li dijî Peymana Lozanê meşiya. Di çalakiyê de peyama "Na ji peymana Lozanê re" hate dayin.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurd di şerê man û nemanê de bûn. Piştî ku gelek peyman li serê Kurdan hatin kirin, xwestin gelê Kurd tune bikin û wan ji rastiya wan dûr bixînin.  Bi peymana Qesra Şîrîn re ku Kurdistan di navbera Osmanî û Safewiyan de bûbû du parçe. Ji bo ku hê zêdetir erdnîgariya Kurdistanê parçe bikin, Peymana Lozanê hate îmzekirin û Kurdistan kirin çar parçe.

Îro sedsaliya Peymana Lozanê ye ku tê de sînorê dewleta Tirk jî hatiye danîn. Ji bo ku dîsa dewleta Tirk vê Peymanê berdewam bike serî li her rêbazê dide. Gelê Kurd di vê sedsalê de şerê man û nemanê dikir, li serê Kurdan her cure şerê tunebûnê hat meşandin û gelê Kurd weke gelekî êdî tune bûye û li serê wan hatiye betonkirin, hatin dîtin. Gelê Kurd piştî tevgera azadiya Kurdistanê xwe ji nû ve îsbat kir û ala azadiyê ji nû ve hilda.

Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi hezaran şêniyan ji bo parçekirina sedsaliya Lozanê ya ku Kurdistan kiribû çar parçe, daketin qadan.

Meşê li Qada Jina Azad dest pê kir û heta bi qada Şehîd Egîd domiya. Meş bi din dirûşmeya ‘Pêkanîna neteweya demokratîk, têkbirina Lozanê ye’ domiya. 

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, Endamê Meclîsa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce axivî û diyar kir ku ew parçekirina erdnîgariya Kurdistanê  û komploya navneteweyî qebûl nakin û got “Ji bo neteweya gelê Kurd ev roj, rojeke reş e û tê xwestin ku îradeya gelê Kurdistanê tune bikin û erdnîgariya me parçe bikin. Biryarên wan ên li ser me, ji bo tunekirina me bû lê dîsa jî planên wan bi ser neketin. Li ber çavê dinyayê Kurd qir kirin lê dîsa jî gelê Kurd serî hilda.”

Xoce di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şerê li hemberî wan şerekî dîrokî ye û got “Bi awayên curbicur hewl didin dîroka Kurdan berevajî bikin lê bi saya tevgera azadiya Kurdistanê me xwe îspat kir. Îro di bin rêveberiya xweser de hemû Herêmên Bakur û Rojhilat di nava aramiyê de dijîn û ev jî bi saya fikra azad a Rêber Abdulah Ocalan pêk hatiye.”

Xoce di dawiyê de diyar kir ku erka her kesî ye ku li hemberî vê peymanê rabe û got “Divê her kes li hemberî Peymana Lozanê ya ku sînorên çêkirî di nav Kurdan de çêkirine, rabe ser xwe. Divê em têkoşîna xwe geş bikin, Lozanê têk bibin û îroj roja serkeftina gelê Kurd e.”