BI DÎMEN

Şêniyên Efrînê: Divê her kes li dijî tecrîda li ser Rêbertî rabe

Şêniyên Efrînê bi wesîleya salvegera Komploya 15'ê Sibatê diyar kirin ku ew ê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan heya mirinê têbikoşin.

Bi wesîleya salvegera 25'emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêniyên Efrînê diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji bo wan niha di zîndanê de ye, ji ber wê jî ew ê heya mirinê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin. Şêniyên anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn tê wateya jiyanê, ji ber wê pêwîst e her kes ji bo azadiya jiyanê bixebite.

‘EM Ê BI RUHÊ APOYÎ KOMPLOYÊ BIRÛXÎNIN’

Dayîka bi navê Sûreya Hebeş ev tişt anîn ziman: "Rêber Apo her tim di bîr û xeyalên me de ye. Rêber Apo ji me re cîhan e. Ruhê dide her tiştî û li gorî wê ruhê jî em dimeşin. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo pêk hatiye wê bi helwesta gelê ku niha li ser rêça Rêbertî dimeşin wê hilweşe û hem azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê misoger bibe hem jî civaka me jî wê azad bibe. Hebûna me li ser vê axê yekbûn û hezkirina me ye ji ber wê em ê bi vê yekîtiyê û bi ruhê Apoyî, komplo birûxînin."

‘PARADÎGMAYA RÊBER APO ÇARESERÎ YE’

Hêvîn Reşîd anî ziman ku Abdullah Ocalan ji wan re jiyanê diafirîne û ev tişt got: "Bi rastî jî Rêber Apo wate da hemû tiştên zindî û ne zindî. Ji ber wê ji me jî tê xwestin ku em wate bidin fikir û felsefeya ku Rêber Apo ji me re daye pêşkêşkirin û divê em wê pêk bînin. Rêber Apo ji bo me dîrok e. Bi zanist û îdeolojiya ku ji bo me daye afirandin, hişt ku ji hemû bûyerên dîrokî re naskirina me were çêkirin. Rêber Apo hişt ku em weke jin, zincîrên koletiyê bidin çirandin û li ser vê esasê me gavên mezin ji bo jiyana azad avêt. Em dilsozê fikir û felsefeya Rêbertî ne. Paradîgmaya Rêber Apo rêya çareseriya hemû krîz û aloziyên Rojhilata Navîn e."

‘BI NASKIRINA FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO JIN BÛN XWEDÎ ÎRADE’

Dayika bi navê Hacer Silêman jî wiha got: "Dema em dibêjin serokatî, destpêkê azadiya jinê tê bîra mirov. Em weke jinên Rojhilata Navîn mirî bûn. Bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo îradeya jinan çêbû û em bûn xwedî kesayet û hebûn. Dema me zarokên xwe mezin dikirin jî me digot biçin û li ser rêya Serokatî bimeşin û bila em nebin qurbaniya cîhanê."

‘JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO EM Ê HER TIŞTÊ BIKIN’

Nûrî Şêxo jî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah ji me wan  fikir, hebûn û jiyan e û ev tişt got: "Hezkirina me ji bo Rêber Apo her tiştî derbas dike û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em dikarin her tiştî bikin."

Dayîka Zeyneb Minle bilêv kir ku ew bi saya Abdullah Ocalan bi hebûna xwe ya li Kurdistanê hesiyan û got: "Me zanî mafê jinê çiye, em bê çav bûn Rêber Apo em bi çav kirin, bê guh bûn em bi guh kirin. Em dikarin bêjin her tişt bi me da naskirin."

‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE’

Arif Şêxo jî diyar kir ku Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e û wiha axivî: "Komploya li dijî Rêber Apo pêk hatî re, êşek jî bi xwe re anî. Ji ber ku cîhan hemû, bi taybetî jî Rojhilata Navîn pêdivî bi mîmarekî aştiyê yê weke Rêber Apo hebû. Lewma tecrîda li ser Rêber Apo cihê şermê ye, divê her kes li dijî vê tecrîdê rabe."

Dayîka Emil Qehreman ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin ji tarîtiyê derxist ronahiyê û got: “Berê me digot Rêber Apo rêberê gelê Kurd e, lê niha diyar e ku rêberê hemû gelan e. Fikir û felsefeya wî li tevahî cîhanê belav bûye. Ji ber fikir û felsefeya Rêber Apo bandora xwe li her kesî dike."

Receb Xelîl Mistefa jî wiha got: "Rêber Apo afirînerê jiyana mirovatiyê, demokrasiyê û azadiyê ye. Niha mirovekî weke Rêber Apo di hundirî çar dîwaran de jiyan dike, ev yek cihê naletê ye. Ji ber ku Rêber Apo ne mirovekî ji rêzê ye."

Dayîka Xedîce Elo jî anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn kedeke pir mezin da û got: "Weke dayîkên şehîdan em çiqasî kar û xebat bikin jî em ê timî deyndarê Rêber Apo bin."

Di dawiyê de jî Hesen Bavê Şîlan jî axivî û wiha got: "Dema Rêber Apo tê gotin azadî, mirovatî, berxwedanî û hêvî tê bîra mirovan. Em dikarin bêjin ku Rêber Apo hêviya jiyana me ye. Bi rastî dema navê Serokatî li pêşiya me tê bilêvkirin, zimanê me lal dibe. Ji ber ku hemû tiştên ku girêdayî hêviyê ne, derdixîne pêş çavên me."