Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
Li Şehbayê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Li Şehbayê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê salvegera 11'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê li qada çalakiyan a li gundê Maratê ya navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê pîroz kir.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Zelûx Bekir li ser navê meclisa kantonê axivî. Zelûx Bekir bal kişand ser destkeftiyên şoreşê û astengiyên li pêşiya şoreşê. Zelûx Bekir li dijî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê jî banga xurtkirina têkoşînê li şêniyan kir û got: "Em sala bê bikin sala rizgarkirina herêmên dagirkirî û azadî û demokratîkirina Sûriyeyê."
Endamê Meclisa Rûspiyên Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed El Xişan jî û diyar kir ku bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re gelên Kurd, Tirkmen û Ereb li hemberî pergalên serdest serî hilda û pêşengiya projeya neteweya demokratîk dikir.
El Xişan li dijî çavnebariyên dagirkeran û hevkarên wan û ji bo rizgarkirina Efrînê banga hevgirtin û bipêşxistina rêgeza şerê gel ê şoreşgerî kir.
Piştî axaftinan, hunermend Fatma Bîlal û Koma Çiyayê Kurmênc derketin ser dikê, stran gotin.
Hunermend Rêzan Bekir jî stran gotin û beşdaran li ber stranan govend gerand.