Şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bîranîn

TKP-ML û MKP’ê li Rojava Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.

TKP-ML û MKP’ê li Rojava merasîmeke leşkerî li dar xist û yek ji pêşengê tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr anî.

Di salvegera 48’emîn a şehadeta wî de li Kaypakkaya li Hesekê bi merasîmeke leşkerî hate bibîranîn.  Bibîranîn ji aliyê TKP-ML û MKP’ê hate kirin û di bîranînê de li ser navê DKP/BOG, MLKP, Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê û DKB/Yekîtî axaftin hate kirin.

Di daxuyaniya bîranînê de ev tişt hate gotin, “Hevrê Îbrahîm Kaypakkaya nîşanî me daye ku divê em çawa şer bikin, li hemberî faşîzmê xeteke çawa ya berxwedanê ava bikin û divê em çawa şoreş û sosyalîzmê pêk bînin.

Li Zindana Amedê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik li dengê wî yê berxwedêr guhdar kirin û bûn stêrkên berxwedanê. Ev her çar heval di şertên herî giran ên zindanê de ji bo azadî û rizgariyê rêya herî giran hilbijartin, agir bi xwe xistin û tarîtiya zindanê parçe kirin. Di heman demê de em yek ji kadroyê pêşeng ê PKK’ê Hakî Karer jî bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

Li ser navê MLKP’ê jî hate gotin “Pêşengê komunîst Îbrahîm Kaypakkaya di şoreşên Tirkiye û Kurdistanê de her dem roleke girîng lîstiye, berhema wî ya sereke ji me re bûye dînamîka berxwedanê.”

Nûnerê DKP/BOG’ê jî got “Em mîrateya wan a têkoşînê îro di têkoşîna şoreşa yekgirtî de mezin dikin.”

Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê jî hate gotin “Şehîdên şoreşê siberoja me ronî dikin. Hakî Karer, Çar Heval û Îbrahîm Kaypakkaya ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê nemir bûn û nîşanî me dan ku divê mirov çawa bijî. Şehîdên şoreşê nemir in.”

Piştî axaftinan di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çar Hevalan de ji bo hemû şehîdên şoreşê rêz hate girtin û merasîm bi dawî bû.