Şehîdên Bagera Cizîrê li Til Koçerê hatin veşartin

Cenazeyê 3 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Şehîdgeha Til Koçer bi merasîmekê hatin veşartin.

Şervanên YPG’ê Eymen Hemo (Serbest Girkê Legê), Elî Mubarek (Zagros Çilaxa), Mihemed El Hasûd (Mazlûm Dogan) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, cenazeyên wan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogor a li Dirêk hate girtin û bi konvoyeke wesayîtan ber bi Şehîdgeha Til Koçerê ve ketin rê.

Piştî merasîma bi deqeyek rêzgirtinê ya ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve hate kirin û şûde Fermandarê YPG’ê Ruhat Til Koçber axivî û got: “Hevrêyên me yên şehîd ji bo azadiyê fedekarî û berxwedan nîşanî me da. Şehîdên me li Til Koçer û Dêra Zorê destanên berxwedaniyê nivîsîn.” Til Koçer soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan û şûnde nasnemaya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşman ve hatin veşartin.