Şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bibîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê 54 şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê 54 şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.
Ji bo bîranîna şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Asayîşê, Hêzên Sûriya Demokratîk û çapemeniyê ku di mehên Tîrmeh, Tebax, Îlon û Cotmehê de li cihên cuda şehîd bûne, bi dehan şêniyên navçeya Til Temir û malbatên 54 şehîdan berê xwe da Saziya Malbatên Şehîdan.
Di merasîma bîranînê de yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir Ferhad Canfeda axivî. Ferhad Canfeda bal kişand ser rola şehîdan di bidestxistina jiyaneke birûmet de û wiha got: "Em îro şehîdên ku di têkoşîn û parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe feda kirine, bi bîr tînin. Di tunekirina terorê û avakirina jiyaneke ewle û aram de, ew xwedî roleke pêşeng bûn.“
Merasîm bi xwendina helbestên li ser têkoşîn û fedakariya şehîdan ji aliyê endama Navenda Çandê ya navçeya Til Temirê Nalîn Yûnis ve, bi dawî bû.