Şehîd Zagros Çekdar hat bibîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê ji bo Şehîd Zagros Çekdar ê li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibû, merasîma bîranînê li dar xist.
Meclîsa Malbatên Şehîdan li Dirbêsiyê ji bo Şehîd Zagros Çekdar ê li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibû, merasîma bîranînê li dar xist.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ji bo Şehîd Mesûd Celal Osman (Zagros Çekdar) yê di 27’ê Sibatê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîma bîranînê li dar xist.
Her wiha li pêşiya mala malbata şehîd a li Dirbêsiyê konê sersaxiyê hate vedan. Endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul axivî û fedakariyên li Kurdistanê ku ji bo rakirina zilm û bindestiyê de hatine kirin, pîroz kirin.
Zozan Gul diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze dagirkeriya xwe fireh bike. Zozan, berxwedana HPG′ê û hêzên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got ku wê berxwedanê plan têk birin.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Amûdê Mihemed Sefo jî got berxwedana wan dewam dike û soza dewamkirina têkoşîna parastina herêmê û pêkanîna armancên şehîdan da.
Li ser navê malbata şehîd, xalê şehîd Asim Sîno axivî û şopandina rêya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê re nû kir.
Merasîma bîranînê bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.