Nûçeya Lezgîn: Li Metînayê 15 dagirker hatin cezakirin
BI DÎMEN

Çîçek Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Çîçek Kobanê ya ku di çalakiya li gundê Basil ê Efrînê 30’ê Çileyê de şehîd bûbû, veşartin.

CENAZEYÊ ÇÎÇEK KOBANÊ HAT VEŞARTIN

Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameyên 5 şervanên HRE’yê yên di çalakiya gundê Basil ê Efrînê (30 Çile 2024) de şehîd bûn, ku di heman çalakiyêa de 20 leşkerên Tirk ên dagirker û çete hatibûn kuştin, bi daxuyaniyekê ragihandibû. Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê mijarê de, diyar kir ku şervanên wan Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Jiyan, Dilşêr û Çîçek Kobanê şehîd bûn.

Îro jî bi sedan şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Çîçek Kobanê ku piştî 4 mehan hat wergirtin veşartin.

Endama Yekîtiya Jinê Ciwan Ronahî Mihemed got, “Em ê teqez bi hêza jin û ciwana tola şehîdan hilînin. Çîçek ji bo parastina gelê xwe ji dagirkeriyê bi qehremanî li ber xwe da. Piştî dagirkirina Efrînê HRE’ê bi hemû îradyê xwe berxwedaniyê dike, mînaka wê jî li ber çavane. Çîçek û hevrêyên wê vê îradeyê nîşan dan. Rêber Apo dibêje `Her şehîdek felsefeya Jiyanê ye. Dema ku her hevrêyek me şehîd dibe mîna ku ji canê min parçeyek diçe. Şehîdên xwe bi tilîliyan oxir bikin. Em partiya şehîdan e.” 

Mihemed, wiha domand, “Em hêza Apoyî, hêza fedaî yê Rêber Apo ne. Çi ji me bê xwestin jî em ê bikin û li ber xwe bidin. Em xwedî wê fikir û felsefeyê ne ku Rêbertî ev 25 sal in di girava Îmraliyê de nefes bi nefes têkoşîn dike. Di felsefeya Apoyî yê de ji bilî serketinê ti rêyeke cuda nîne. Em ê heta dawiyê bi ser bikevin. Em ê bi hêz û berxwedaniyê jî li ser dijmin de biçin. Divê ciwan û jinên me li hemberî her tiştî rabe û berxwedaniyê bike."

Bavê Şehîd Çîçek Kobanê Hisên Berkat axivî û got, “Eger parçeyek jî ji canê me ma be em ê têbikoşin. Ne ji berxwedan û têkoşîna şehîdên me bana, tu carî em azad nedibûn. Em tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nahêl in. Çawa ku me şehîdên xwe dan em ê bi wan jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî rêzgar bikin. "

Piştre jî wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Di dawiyê de dirûşme hatin berzkirin. Şehîd bi tilîlî û soza tolhildanê hate veşartin.