Çeteyên DAÎŞ'ê yên biyanî hemû di ser Tirkiyeyê re hatine!

Di nava çeteyên DAÎŞ'ê de yên teslîmî QSD'ê bûne, gelek kes hene ku ji welatên cuda hatine. Tişta ku van çeteyan hemûyan digihîne hev ew e ku hemû di ser Tirkiyeyê re tevlî DAÎŞ'ê bûne.

Li gundê Baxozê yê bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê, di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk de doh û pêr gelek çeteyên DAÎŞ'ê tevlî malbatên xwe teslîm bûn.

QSD'ê ji bo veguhastina sivîlên li herêmê mane, malbatên DAÎŞ'iyan û DAÎŞ'iyên ku qebûl kirin teslîm bibin, 9'ê Sibatê navber dabû operasyonan û dest bi karê veguhastinê kiribû.

Ji 9'ê Sibatê heta 1'ê Adarê zêdeyî 10 hezar kes ji herêmê hatin veguhastin. Piraniya wan biyanî zêdeyî 2 hezar çeteyên DAÎŞ'ê yên teslîmbûn qebûl nekirin, biryar dan ku tevî malbatên xwe bimînin û şer bikin.

Piştî vê biryarê, şervanên QSD'ê 1'ê Adarê saet 18:00 ji sê baskan ve li herêmê dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de ji aliyekî ve şerê dijwar qewimî, li aliyê din jî ji bo veguhastina çeteyên ku teslîmbûn qebûl kirin baskekî operasyonê hate rawestandin û korîdor hate vekirin.

Ji vê korîdora şervanên QSD'ê doh û pêr nêzî 5 hezar kesên din hatin veguhastin. Piraniya van DAÎŞ'iyan jî ji welatên biyanî ne ku ji çar aliyên dinyayê hatine.

Tişta hevpar a van çeteyan ew e, ku DAÎŞ'iyên ji Iraqê ne di nav de, DAÎŞ'iyên din hemû di ser Tirkiyeyê re hatine Sûriyeyê. Çeteyên DAÎŞ'ê ku beriya bên Sûriyeyê destpêkê çûn Tirkiyeyê, piraniya wan li xwe mikur hatin ku dema derbasî Sûriyeyê bûn ti astengî derneketin pêşiya wan.

JI FASÊ BERÊ XWE DA TIRKIYEYÊ, JI WIR JÎ XWE GIHAND DAÎŞ'Ê

Çeteyê DAÎŞ'ê yê bi navê Ebdulhemît Dimeşk ji Fasê berê xwe daye Tirkiyeyê û ji wir jî derbasî nava Sûriyeyê bûye. Dimeşk DAÎŞ'ê hînê weke 'dewlet'ê dibîne û dibêje, "Berî pênc salan di ser Tirkiyeyê re tevlî nava dewletê bûm." Ebdulhemît Dimeşk diyar kir ku ew bi hêsanî ji Tirkiyeyê derbasî nava Sûriyeyê bû û li lihevkirina di vê mijarê de mikur hat.

Çeteyê bi navê Ebdulhemît Dimeşk got, "Piştî ku ez hatim Tirkiyeyê min xwe gihand vê derê. Ez nizanim bê di navbera Tirkiye û dewletê de peymaneke çawa heye, lê belê ez bi hêsanî derbasî vî alî kirin. Ez bi fermî derbas bûm." Bi dewamî got, "Piştî ku hatim, demekê li Hûmsê mam, piştre li herêma Meyadînê bi cih bûm. Ez qet neçûm herêmên Kobanê ya jî Cizîrê."

JI ENDOZYAYÊ ÇÛ TIRKIYEYÊ, JI WIR JÎ TEVLÎ DAÎŞ'Ê BÛ!

Çeteyekî din ê ku di ser Tirkiyeyê re tevlî nava DAÎŞ'ê bû, Ebû Liya yê ji Endonezyayê ye. Ebû Liya diyar kir ku berî 4 salan di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bû û got, "Destpêkê hatim Tirkiyeyê, ji wir jî hatim vir. Piştî ku hatim, demekê li Tedmûrê mam, dûre em derbasî Reqayê bûn û ji wir jî hatim vir."

JI EFGANISTANÊ BER BI TIRKIYEYÊ, JI WIR JÎ BER BI DAÎŞ'Ê!

Çeteyê DAÎŞ'ê yê bi navê Suleyman ê ji Efganistanê jî di ser re Tirkiyeyê re xwe gihandiye DAÎŞ'ê. Suleyman anî zmain ku ew li Cerablûs û Minbicê ma, li Tebqayê jî piştî ku birîndar bû dest bi karê propagandayê yê rêxistinê kir.

Çeteyê DAÎŞ'ê Suleyman got, "Di ser Tirkiyeyê re ez derbasî nava Sûriyeyê bûm. Li Cerablûsê man. Berî wê li Minbicê mam. Piştre li Tebqayê û li wir birîndar bûm. Li dû Tebqayê derbasî Reqayê bûm û piştî demekê li Meyadînê li nexweşxaneyê mam. Piştî ku birîndar bûm tevlî karê çapemeniyê bûm, di ser înternetê re." Pirsa "Hûn poşman in?" bê bersiv dihêle.

JI DAGISTANÊ BER BI TIRKIYEYÊ, JI WIR JÎ BER BI DAÎŞ'Ê

Em li du çeteyan rast tên ku ji herêma Dagistan a Rûsyayê ne. Ebîbekir Dagistan bi Erebiya xwe ya jihevketî, diyar kir ku berî sê sal û nîvan di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûye.

Çeteyê din ê Dagistanî dema ku em li navê wî dipirsin, dibêje ku mebesta me navê kod e ya navê rastî ye. Navê vî çeteyî Abdulvahap e û di nava DAÎŞ'ê de navê Îbrahîm Dagistan li xwe kiriye. Çete anî ziman ku demekê li Girê Spî ma û piştre jî li Tebqayê birîndar bû û rawestgeha wî ya dawî Dêra Zor e.

JI SIÛDÎ BER BER BI TIRKIYEYÊ, JI WIR JÎ TEVLÎ DAÎŞ'Ê BÛ

Mûstafa Selah ê li Iraqê tevlî rêxistinbû hû hîn sala 2004'an çêbûye. Ev kesê ku ji başûrê Bexdayê tevlî DAÎŞ'ê bû û demekê li Ebû Kemal ma, dibêje ku ew ji bo Îslamê tevlî bûye.

Çeteyekî din ê DAÎŞ'ê ku di ser Tirkiyeyê re derbasî nava çeteyên DAÎŞ'ê bû Senhad Salih ê ji Erebîstana Siûdî ye. Senhab Salih ji Kîlîsê derbasî Ezazê bû, piştre li bejahiya Helebê bi cih bû. Salih anî ziman ku wî hevsera xwe li herêma 'Mertala Firatê' ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin hiştiye û dixwaze vegere Siûdî.