Çeteyên DAÎŞ'ê li Reqayê êrîşî hêzên Şamê kirin: 10 leşker mirin
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Reqayê êrîş birin ser hêzên leşkerî yên Şamê. Di encamê de 10 leşker mirin.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Reqayê êrîş birin ser hêzên leşkerî yên Şamê. Di encamê de 10 leşker mirin.
Di daxuyaniya SOHR'ê de hate ragihandin ku çeteyên DAÎŞ'ê roja Duşemê êrîş birin ser nuqteyên hêzên Şamê, agir berdan wesayitên leşkerî û prefabrîkan.
Li gorî daxuyaniyê di encama êrîşê de 10 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn ku rewşa hin ji wan giran e.
Hêzên hikumeta Şamê sektorên li rojhilat û başûrê herêma Reqayê kontrol dikin. Piraniya bakurê Reqayê jî di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye.
Reqa ku çeteyên DAÎŞ'ê bi salan weke 'paytexta xelîfetiyê' ragihandibû û teror lê dikir, di sala 2017'an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatibû rizgarkirin.
Roja Yekşemê li bakur rojavayê welêt jî di êrîşên din ên li ser hêzên Şamê de 6 leşker hatibûn kuştin.