Çeteyên DAÎŞ’ê 8 leşkerên Şamê ‘înfaz’ kirin

Hat ragihandin ku li Dêrazorê çeteyên DAÎŞ’ê kemîn danî ber leşkerên Şamê û piştre 8 ji wan ‘înfaz’ kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyayê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê, yek jê efser 8 leşkerên Firqeya 11’an a hêzên hikumeta Şamê kuştin. Li gorî SOHR’ê leşkerên Şamê yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine kuştin, ji 26’ê Adarê ve li herêma Kebacib dema ji devera Suxne diçûn Dêrazorê agahî ji wan qutbibû.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka 2024’an ve di 100 êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de, li çolistana Dêrazor, Reqa, Heleb, Hema û Himsê 273 kes di êrîşan de hatine kuştin, di nav de 37 sivîl û zarokek 204 leşerkên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hene. Her wiha 24 çeteyên DAÎŞ’ê bi destê hikumeta Şamê hatine kuştin.