Çar şervanên YPJ'ê bi qezayekê şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku çar şervanên wan 27'ê Tîrmehê dema bi erka xwe radibûn di encama qezayekê de şehîd bûn.

Fermandariya Giştî a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 4 şervanan ragihand. Fermandariyê da zanîn ku her çar şervan duh di encama qezayekê de şehîd bûne.

Berfirehiya daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Bi şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûrî re jinên ku li ser vê axê dijîn weke lehiyê ber bi nava refên azadiyê ve herîkin û xwe li derdora paradîgmaya civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê kom kirin.  Jinên wêrek rêxistinbûna xwe jî bi navê Yekîneyên Parastina Jin şênber kirin.

Agirê şoreşê ku taritiya serdêmê ji holê rakir, bi pêşengtiya jinên tekoşer nexşerêya azadiya civakan ronî kir. Bi navê YPJ’ê têkoşîneke bêeman a azadiyê tê meşandin. Têkoşîna li hemberî feraseta serdestiya zilaman wekî ku nû de can dide hemû ruhberan her roja ku diçe geştir dibe. Helbet di oxira vê dozê de gelek hevrêyên me yên hêja canê xwe feda dikin.

Hevrêyên me Hesina Mûsa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê), Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê) û Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê) jî bi vî ruhê pîroz ji bo azadiya gelê xwe kedeke bêhempa da.

Hevrêya me Avaşîn Hesekê di nava malbateke xwedî nirxên azadiyê de mezin dibe. Ev rastiya şênber a malbatê ji bo hevrêya me Avaşîn bû sedema di destpêka yekîneyên xwe parastinê a bi navê YXK’ê de cih bigire. Di heman demê de bi sekna xwe ye pêşeng jî bû yek ji endamên destpêkê yên YPJ’ê. Yekemîn endama YPJ’ê a bajarê Hesekê hevrê Avaşîn ê. Hevrê Avaşîn yek ji wan hevalane ku di hemû pêngavên rizgarkirinê de bi awayekî leheng şer kir û di rizgarkirina her bihosteke axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kedeke bê hempa da. Bêyî ku yek kêlî jî bi hênaseya xwe bifikire di hemû eniyên şer de, bi sekneke wêrek li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê li Hesekê, Til Temir û Dêrazorê şer kir. Hevrê Avaşîn di nava refên YPJ’ê de bû îfadeya sekna dilsoz û sozdar a axa welat.

Hevrêya me Hîba Hesekê bi azweriyeke mezin xwe ji hemû kar û xebatên rêxistinî berpirsiyar dîdit. Malbata hevrê Hîba li ser çanda welatperweriyê zarokên xwe mezin kiribûn, ji ber wê jî birayê hevrê Hîba jî bi wê zanebûnê beşdarî nava refên azadiyê dibe. Girêdana bi şehîdan re bi heman rihî hevrê Hîba ber bi nava refên azadiyê ve anî. Hevrê Hîba bi rihê hevaltiya di nava refên azadiyê de her tim kelecana şoreşê di dilê xwe de mezin kir.

Hevrê Bêrîvan Hesekê jî di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û bi taybet jî piştî şahadeta birayê xwe, berê xwe dide nava refên azadiyê. Hevrê Bêrîvan bi enerjiya xwe ya herikbar ji bo hevrêyên xwe dibû çavkaniya coş û kelcanê. Di heman demê de di nava hevrêyên xwe de bi kedkariya xwe dihate nasîn. Girêdanbûna hevrê Bêrîvan bi şehîdan re di sekna wê ya dilsoz de di her kêliya jiyanê de xwe dida nîşandan.

Sekna dildar û dilsoz a hevrê Dilar Kobanê bi heskirina welat re xwe bi wate kiribû. Ji ber wê jî bi heskirineke mezin têkoşîna azadiyê dida meşandin. Hevrê Dilar bi çanda welatparêziyê mezin dibe û ew jî piştî ku xwîşka wê tevlî nava refên azadiyê dibe, li pey doza azadiya welat dibe rêwî û dibe yek jî ji wan jinên tekoşer. Di nava refên azadiyê de bi sekna xwe ye serhildêr, berxwedêr û dirûst dihate nasîn, bi vê sekna xwe ye wêrek  bû şervaneke dilsoz a doza azadiya gelan.

Hevrêyên me Hesina Musa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê), Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê) û Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê ) bi ruhekî bilind û fedakar xwedî li nirxên azadiyê derketin û di nava refên şorêşê de bi seknên xwe yên wêrek bi hemû erkên şorêşê rabûn.

Di 27’ê Tîrmehê de hevrêyên me Avaşîn Hesekê (Hesina Musa Mihemmed), Hîba Hesekê (Hîba Abdulqadir Bekir), Bêrîvan Hesekê (Bêrîvan Abdil Xelef) û Dilar Kobanê (Emîne Nebo Silêman) dema ku li ser erka xwe bûn, di encama qezayekê de gihaştin asta şehadetê. Em di serî de ji bo malbatên hevrêyên xwe û tevahî gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin.

Wek YPJ em ê ji bo jiyanîkirina xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Girêdan û sozdariya me ye ji şehîdan re her roj bi bilindkirina têkoşînê re watedar dibe.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Avaşîn Hesekê
Nav û Paşnav: Hesina Musa Mihemmed
Navê Dayikê: Zekiyê
Navê bav: Musa
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1987, Hesekê
Cih û Dîroka Şehadete: 27.07.2023, Hesekê
***

Nasnav: Hîba Hesekê
Nav û Paşnav: Hîba Abdulqadir Bekir
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Abdilqadir
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 2003, Hesekê
Cih û Dîroka Şehadete: 27.07.2023, Hesekê
***

Nasnav: Bêrîvan Hesekê
Nav û Paşnav: Bêrîvan Abdil Xelef
Navê Dayik: Fethiye
Navê Bav: Ebdî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1995, Hesekê
Cih û Dîroka Şehadete: 27.07.2023, Hesekê
***

Nasnav: Dilar Kobanê
Nav û Paşnav:  Emîne Nebo Silêman
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Nebo
Cihê Jidayîkbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadete: 27.07.2023, Hesekê