'Çapemeniya Kurd wê ji xwe re rêyekê peyda bike'

Rojnamevan Sedat Yilmaz, girtina 16 rojnamevanên Kurd ên li Amedê nirxand û diyar kir ku hewl tê dayîn nûçeyên Kurd, jin, kedkar û baweriyên cuda bên tarîkirin.

Ji 22 kesên ku 8’ê Hezîranê bi lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatain destgîrkirin, 16 ji wan hatin girtin. Ji rojnamevanên ku 8 roj hatibûn destgîrkirin Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu hatin girtin. Her wiha edîtora ajansa JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, rojnamevan Esmer Tûnç, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

TIŞTÊN JI HEV HÎN BÛN DUBARE KIRIN

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz têkildarî destgîrkirin û girtina rojnamevanan bersiv da pirsên ANF'ê.

Yilmaz bal kişand ku zext û zordariya li ser çapemeniya Kurd tê kirin û diyar kir ku ev zext li gorî şert û mercên her serdemê biguhere jî her serdem ji ya beriya xwe fêr dibe. Sedat Yilmaz got, "Zext û girtinên li ser çapemenî û saziyên Kurdan li gorî şert û mercên her serdemê diguhere. Her çend piyonên wan ji hev cuda bin jî, tiştên ku ji hev fêr dibin, dîsa û dîsa, bi tundîtir dikin. Sedema zextên îro jî têkçûna operasyonên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê ya Federe û amadekirina derfeta ji bo operasyoneke nû ya li dijî Rojava de ye. Ji bo vê bi tecrîdê re bêdengkirina çapemeniya Kurd û îzolekirina Kurdan ji cîhanê esas digre. Ji bilî van prensîban, eniya demokrasiyê ya ku bi Kurdan re di hilbijartina serdest a muhtemel de tevdigere, ji holê rakin û dengê wan qut bikin. Tê xwestin ku pêşî li belavkirina nûçeyên li ser kuştina jinan, îstismarkirina kedê, nûçeyên li ser navê gel û baweriyan tên bê girtin.”

NAVEROKA NÛÇEYAN HAT PIRSÎN

Sedat Yilmaz diyar kir ku piştî 8 rojan rojnamevan destgîrkirî bûn, dozgerî naveroka nûçeyan ji rojnamevanan pirsî ye û got, “Naveroka nûçeyên ku hevalên me amade kirine, hevdîtina telefonan a ligel çavkaniyên xwe, polîtîkaya weşanê û zimanê wê hat pirsin. Ji hevalên me yên kameraman jî pirsê ‘hun di derbarê kijan mijarî de bername dikêşin’ hat pirsin. Her wiha ji jina ku berê aşpêjî dikir pirsên wekî 'Te pereyê xwe ji kî û kur digirt?' kirine."

Yilmaz diyar kir ku bernameyên ku derbarê kampanyaya ku muzîkjenê navdar ê cîhanê Roger Waters û hunermendên din ên ji bo hunermenda Kurd a girtî Nûdem Durak dane destpêkirin de jî sûc hatiye dîtin û got, “Di dosyayê de tê angaştkirin ku rojnamevanên kurd hevpeyvînên rêveberên KCK'ê weke talîmat qebûl dikin û li gorî vê bernameyan çêdikin Dîsa weke operasyona ku di sala 2009'an de di bin navê "KCK'ê" de li dijî rojnamevanên kurd hatibû kirin de di dosyayê de "çêkirina nûçeyên rabûna balefiran a ji Amedê" jî bûye mijara sûcdarkirinê Mînak ji rojnamevan Omer Çelîk jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan pişaftin û êrişên li dijî kurdî ku bernameya "Amed'den Bakış" de daye nîqaşkirin hatin pirsîn.”

YÊN KU AZADIYA ÎFADEYÊ TENÊ JI BO XWE DIXWAZIN, DERENG MAN

Yilmaz, bal kişand ku Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) bi salan e mîna şûrê Damokles li ser çapemeniya kurd tê bikaranîn û wiha got: “Kesî nexwest îtîrazên me yên li hemberî vê yekê bibihîze û bibîne. Ji ber ku di çarçoveya vê qanûnê de hedefa yekemîn çapemeniya kurd bû. Bi qanûna sansurê ya îro li meclîsê hat qebûlkirin, wê qûna dawî jî bê bêdengkirin. Bi vî awayî ew ê ji xwe re 'baxçê gulan' bê stirî ava bikin. Me duh got, em îro jî dibêjin; Erdnîgariya Kurdan ji bo pêkanînên antîdemokratîk wekî laboratûwar tê bikaranîn, tê ceribandin û li seranserê welat belav dibe. Em îro jî vê dijîn. Yên ku azadiya çapemenî û îfadeyê tenê ji bo xwe dixwazin, dîtin ku dora wan e, lê dereng man.”

Rojnamevan Sedat Yilmaz diyar kir ku li gel hemû zextan jî ew ê nûçeyan çêkin û wiha dewam kir, “Çapemeniya Kurd ji kevneşopiyeke ku gelek zehmetî derbas kiriye tê. Ne tenê bi destgîrkirin û girtinan, ji 50’î zêdetir rojnamevan gule li stûyê wan hat reşandin, avahiyên rojnameyan hatin bombekirin lê belê kevneşopiyeke berxwedanê ya bênavber ji bo siberojê rêya xwe dibîne. Ji vir û pêde jî dê rêya xwe bibîne. Eger rê nebîne jî dê rê bixwe çeke.  Gotina hempîşeyê min Omer Çelîk ê ku dema dibirin girtîgehê, 'Barê me li ser milê we ye’ wê bibe rêberê me."