Zozanî: Ji bo girtiyên nexweş gav nayên avêtin

Zozanî: Ji bo girtiyên nexweş gav nayên avêtin

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, der heqê rewşa girtiyê nexweş Taylan Çîntay de civîneke çapemeniyê lidar xist. Zozanî diyar kir, ku di dema vegera ji emeliyatê de gardiyanan li Çîntay ê nexweşê giran e, xistine û du rojan xistine hucreyeke bi doşek. Zozanî ev kiryar li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî ragihand, ku rewşa tenduristiya girtiyên nexweş ên li girtîgehan roj bi roj giran dibe û destnîşan kir, ku di serî de Wezareta Edaletê ti saziyên pêwendîdar gav neavêtine. Zozanî got, "Beriya her tiştî divê nexweşên giran û nexweşên kanserê yên li ber mirinê ne, demek ji ya din zûtir werin berdan. Di şûna berdana wan de, bi helwestên kêfî yên Tipa Edlî, rewşa wan girantir dibe. Tevî şertên giran ên girtîgehê û nexweşiyên dijîn, girtî di ser de li kiryarên dij mirovahiyê yên personelên girtîgehê rast tên."

Zozanî ragihand, ku yek ji girtiyên rewşa wan giran e Taylan Çîntay ê nexweşê kanserê ye, ku 15 sal in li girtîgehê ye û 5 caran operasyona tibî derbas kiriye. Zozanî diyar kir, ku di dema vegera ji emeliyatê de gardiyanan li Çîntay ê nexweş, xistine û Çîntay giliyê wan kiriye. Zozanî got, "Çîntay bê carê jî bi zexta mudurê girtîgehê re rû bi rû ma, ew xistin hucreyeke bê doşek û sar û li gel rewşa xwe ya giran ku nû ji emeliyatê derketiye, 2 rojan di hucreyê de hatiye ragirtin. 

Zozanî ev kiryarên dijmirovahiyê yên li dijî Çîntay şermezar kir û bang li Wezareta Edaletê û hemû saziyên pêwendîdar kir ku li hemberî hemû personelên girtîgeha Tîpa F ya Hejmara Duyemîn a Sîncanê ya ji vê kiryarê berpirsyarin, lêpirsîna îdarî destpê bike. Zozanî destnîşan kir, ku ewê bibin şopdarê mijarê.