Zozanî: Girtiyên nexweş nabe mijara bazarê
Zozanî: Girtiyên nexweş nabe mijara bazarê
Zozanî: Girtiyên nexweş nabe mijara bazarê
Ji bo 13 girtiyên nexweş rapora dikarin di girtîgehê de bimînin hatibû dayîn û biryar li ber Girtîgeha Metrîsê bi çalakiyê hate şermezarkirin. Parlamenterê Colemêrgê yê BDP'ê Adil Zozanî diyar kir ku, girtiyên nexweş nabe mijara bazarê.
TUAD û Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê derbarê 17 girtiyên nexweş anîn Girtîgeha Metrîsê û ji bo 13 girtiyên nexweş rapora dikarin di girtîgehê de bimînin hatibû dayîn û ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan li ber girtîgeha Metrîsê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê Colemêrgê yê BDP'ê Adil Zozanî, hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak, endamê MYK'a BDP'ê Xeyrî Ateş, endamên Platforma Yekitiya Têkoşînê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê dirûşmên; 'Bijî berxwedana zindanan', 'Dîsa Dîsa serhildan Serokê me Ocalan' hatin qîr kirin.
Serokê TUAD'ê parêzer Sînan Zîncîr Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek ku di rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Zîncîr diyar kir ku, dewlet îro jî dixwaze li girtîgehan, girtiyan dîl bigire û bertek nîşanî tecrîda giran ku 14 sal in li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin da.
Zîncîr balkişand ku, ji 413 girtiyên nexweş ên di girtîgehan de tên girtin, 100 girtî li ber mirinê ne û da zanîn ku, li gel raporên wan yên Tiba Edlî jî hene, ew nayên serbest berdan. Zîncîr got ku, 18 girtî ji bo rewşa wan bê lêkolînkirin û bên berdan, biribûn Girtîgeha Metrîsê, lê tenê yek ji van hatiye berdan. Zîncîr bibîrxist ku, Saziya Tiba Edlî ji 13 girtiyên nexweş re rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" daye û wiha axivî: "Tu eleqeya van raporan bi zanîstê tuneye. Hikûmeta AKP'ê ku girtiyên nexweş di bin tecrîdê de digire wan, li ber mirinê digire. Li gel destpêka qonaxa duyemîn ya pêvajoya çareseriye hêj hikûmet AKP'ê ji bo girtiyên nexweş tu gav neavêtine. Ji ber vê helwestê hikûmeta AKP'ê şermezar dikin."
Zîncîr rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 14 sale di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin bibîr xist û ev tişt gotin: "Rewşa tenduristiya Birêz Ocalan gelek girînge û xetere. Beriya niha KCD, ÎHD TTB'ê ji bo heyetek doktoran bişînin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn. Lê hêj tu bersiv ji van serdanan re nehatiye dayîn. Teqez divê heyetekî doktorên serbixwe bişînin Îmraliyê. Loma nêzîkatiya li hemberî Birêz Ocalan nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e."
Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî jî da zanîn ku, ger bê xwestin, girtiyên nexweş yên di Girtîgeha Metrîsê de tên girtin, dikarin li gorî 4'emîn pakêta darazê, tehliye bikin û wiha got: "Ez yek bi yek, bi wan re axivîm. Yek ji wan jî nikare bi tenê serê xwe jiyana xwe ya rojane bidomîne. Em naxwazin rewşa girtiyên nexweş bikin mijara bazarê."
Çalakî bi qîrkirina sloganan bi dawî bû.