Zîlan li Rûsyayê hate bibîranîn

Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kiribû, li Rûsyayê ji aliyê Kurdan ve hate bibîranîn.

Kurdên li navçeya Miçûrînskê ya bajarê Tambov ê Rûsyayê, gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi civînekê bi bîr anîn.

Endama Meclîsa Jinê ya Miçûrînskê Xanê Mûstafayeva li civînê axivî û diyar kir ku çalakiya Kinaci di asta "manîfestoya jinê" de ye. Mûstafayeva destnîşan kir, Zîlan bi çalakiya xwe bersiva herî mezin daye hewldanên ji bo komployê.

Di dawiya civînê de hunermendên herêmî derketin ser dikê.

MOSKOWA

Li paytexta Rûsya Moskowayê, ji bo Zeynep Kinaci li Mala Kurdan civîneke bîranînê hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyon hate nîşandan. Hevseroka Tevgear Jinên Kurd a Moskowayê-Viyan Tera Qadir li civînê axivî û işaret bi girîngiya çalakiya Zîlan kir.