Zeynep Kinaci li Viyana û Toûloûse hate bibîranîn

Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci ku li Dersimê li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiya fedayî kir, di salvegera 22'an a şehadeta xwe de li paytexta Awûstûrya Viyana û li bajarê Toûloûse yê Fransayê hate bibîranîn.

Çalakiya bîranînê ya li Viyanayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Nûnerê PYD'ê yê Viyanayê Agirî Kobanê piştre axivî û got, "Zîlan nîşan da ku jinên Kurd ên azad dikarin li dijî dijmin çi bikin." Kobanê destnîşan kir ku Zîlan ji bo tevgera azadiyê ya Kurd, sembol e.

Kobanê da xuyakirin ku xeta berxwedanê ya Zîlan bi çalakiyên Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr dewam kir û got, "Divê bê zanîn ku ev xet, xeta serketinê ye."

Piştî axaftinan li ser jiyan û têkoşîna Zîlan sînevîzyon hate nîşandan.

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, civînek li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û Şêx Seîd, Zîlan û 33 kesên li Madimakê di 2'ê Tîrmeha 1993'an de hatin kuştin, hatin bibîranîn.

Osman Îbrahîm li civînê axivî û diyar kir ku zîhniyeta kujer îro jî dewam dike. Îbrahîm da xuyakirin ku çalakiya Zîlan a sala 1996'an bersivek bû li dijî komkujiyan û got, "Sekna hevrê Zîlan, berpirsyarî û helwesta wê ji bo me perspektîf e."