Zeynep Kinaci li Goteborg û Helsîngborgê hate bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku sala 1996'an li Dersimê li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiya fedayî kir, li bajarên Goteborg û Helsîngborg ên Swêdê hate bibîranîn.

Her du çalakiyên bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Zîlan û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kirin. Di çalakiyan de li ser jiyan û têkoşîna Zîlan sînevîzyon hate nîşandan.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk Sadîa li bîranîna li Goteborgê axivî û got, "Zîlan bi çalakiya xwe ya leheng tevlî karwanê nemiran bû. Bi saya Şehîd Zîlan û lehengên mîna wê, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd xwe gihandine vê astê."

Li Helsîngborgê di çalkaiyê de Koma Koba derkete ser dikê û stranên li ser Zîlan got.