Zeynep Celaliyan nayê dermankirin
Zeynep Celaliyan nayê dermankirin
Zeynep Celaliyan nayê dermankirin
Zeynep Celaliyan di encama îşkenceyên ku li girtîgehên Îranê dîtî çavên wê zerer dîtiye û êdî baş nabîne, jêre derfetên dermanbûnê nayên dayîn.
Celaliyan ku di sala 2008’an de li Kirmanşahê hate girtin û bi dadgeheke çend deqeyan dawî bû jêre cezayê darvekirinê hate dayîn, li girtîgeha ku lê tê ragirtin derfetên dermanbûnê jêra nayên dayîn. Celaliyan çavên wê ku di encama îşkenceyên dîtî de zirar dîtîn û baş nabînin û pirsgirêkên tendirustî yên cidî dijî, li gel çendîn serlêdanên li gel rêveberiya girtîgehê kirî jî neşandin nexweşxaneyê.
Li gorî nûçeya ku saziyên mafên mirovan a Îranê rewşa tendirustiyê ya Celaliyan her roja ku diçe hîn xirabtir dibe. Çavên Celaliyan ku dikarin bêne dermankirin lê ji ber ne dermakirinê her ku diçe hêza xwe ya dîtinê winda dikin.
Celaliyan ku di sala 2008’an de cezayê darvekirinê jêre hate dayîn lê ji aliyê Dadgeha Bilind ve ev cezaye wergerande cezayê heya dawiyê di girtîgehê de bimîne.