Zeynep Celaliyan: Em bi hev re li ber darvekirinê rabin

Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan nameyek ji girtîgehê şand, işaret bi cezayê darvekirinê yê li Îranê kir û ev bang kir: "Em bi hev re li ber darvekirinê rabin."

Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku li girtîgeha bajarê Xoyê yê eyaleta Ûrmiyê tê girtin, li dijî darvekirinê nameyek nivîsî.

Nameya Zeynep Celaliyan wiha ye:

"Ramîn, Zanyar, Luqman, Kemal û kesên din ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, vê nameyê ji bo we dinivîsînim ku xem û êşên me pir in. We jî ew kolber dîtine? Ku ji bo pariyek nan giyanên xwe yê pak didin. Di hemû civakê de kesên ku kar dikin heqdestê wan tê dayîn, lê kolberên Kurd li beramber ew karê ku dikin ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tên gulebaran kirin. Yan ew dayikên li gel zarokên xwe karkeriyê dikin? Beşek ji vê civakê mêrsalarî ye, dijî jinê ye û jinbûn tenê êş e. 

Yan ew jina ciwan a ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya li dijî cudakariyê, li ber çavê tijî rondik ê dayikê agir berda bedana xwe? Yan ew zarokê ji bo peydakirina pariyek nan dixebitin? Ezîzên min, dengê we ji kîjan ji van êşan e? Nizanim ev çi ceza ye ji bo we erê kirine, cezayê Kurdbûna we ye, yan jî mirovdostbûna we ye?

Eger cezayê li dijî stemkariyê darvekirin be, ango ewên ciwanên niştîmanê me bi darvekirinê ceza dikin, divê li kîjan dadgehê werin dadgehkirin û çawa werin lêpirsîn? Gelê hêja yê Îranê û rêxistinên Mafên Mirovan ez weke girtiyeke ku bi salên dirêj li jêr cezayê darvekirinê e, li pişt dîwarê girtîgehê van zordaran bû, ez daxwazê ji we hemûyan dikim ku em hemû bi hev re li ber cezayê darvekirinê rawestin. Dayik û bavê van girtiyên siyasî kêfxweş bikin. Werin em hemû bi hev re li ber vî cezayê sedsalên navîn rabin. Ji ber ku bêdengiya me mohra piştgirîkirina cezayê darvekirina Ramîn, Luqman, Zanyar, Hidayet, Kemal û girsiyên din ên siyasî ne."