Zextên li ser nûçegihanan didomin

Insîyatîfa Nûçegihanên Azad (OGÎ) ragihand, Mijdarê 9 nûçegihan hatine destgîrkirin, 2 jê hatine girtin, li ser 2 nûçegihanan doz hatine vekirin û 9 nûçeginan jî ceza xwariye.

Insîyatîva Nûçegihanên Azad (OGÎ) rapora meha Mijdarê ya li têkiliî binpêkirinan mafan a li bara nûçegihanan par ve kir. Di raporê de hate gotin zext û zordarî, sansûr û astengiyên li ber nûçegihanan berdewam dikin, nûçegihan hatine destgîrkin û girtin.

Di raporê de hate gotin ji ber sedema dozên li ser nûçegihanan korîdorên edliyeyan ji nûçegihanan vala nemaye û bi domdarî ev agahî hate dayin: ''Nûçegihanên ku peywirdar in ku nûçeyê bistînin û ragihînin, meha  Mijdarê jî gelekî hatin darizandin û cezakirin. Zêdebûna dozan û dosyayên ku biryar li ser dane, ên meha Mijdarê, her wiha qerneya azadiya çapemenî û derbirînê ya welêt e.''

Di raporê de hate gotin li Tirkiyê 173 nûçegihanan girtî ne, Mijdarê 9 nûçegihan hatine destgîrkirin, 2 ji van girtî ne, 10 nûçegihanan hatine darizandin, li ser 2 nûçegihanan doz hatiye vekirin, cezayê pereyan û girtîgehê dane 9 nûçegihanan û bi ser bûroya kovarekê de gritine.''