Zebarî: PKK'ê berpirsyariyên xwe bicih anî, dor a Tirkiyê ye

Zebarî: PKK'ê berpirsyariyên xwe bicih anî, dor a Tirkiyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî di mijara pêvajoya çareseriyê de diyar kir ku PKK'ê hemû berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bicih aniye, lewma gok niha li seha Tirkiyê ye.

Hoşyar Zebarî, di axaftina xwe ya ji bo rojnameya Rûdaw de hevdîtinên PKK û dewleta Tirk ên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand. Zebarî diyar kir ku ev mijar ne prosedurek e, ji ber ku peymaneke nivîskî ya hatiye aşkerakirin nîne û destnîşan kir ku dewleta Tirk soz dabû ku eger pevçûn rawestin û beşek ji gerîla vekişe, dê ji bo çareseriya pirsgirêkê gavan biavêje.

Zebarî yê ku di sala 2011'an de PKK bi "terorîzmê" tawanbar dikir, vê carê mijar wiha nirxand: "PKK'ê hin daxwazên dewleta Tirk bicih aniye. Şer rawestiya û beşek ji yekîneyên gerîla vekişiyan li derveyî sînor. Niha gok li seha Tirkiyê ye. Pêwîste Tirkiye hin nûbûnan pêk bîne. Divê hin guhertinan bike û mafên Kurdan nas bike. Ji bo ceribandina rê û rêbazên cuda, pêwîste hevdîtin û diyalog dewam bike."

Zebarî ragihand ku ew jî piştgiriyê didin pêvajoyê û anî ziman ku ewlekariya sînor di navbera Iraq û Tirkiyê de timî di rojevê de ye. Zebarî bibîr xist ku Tirkiye bi bahaneya navendên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê, sînor binpê kiriye û Kurdistan bombebaran kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Zebarî nakokiyên navbera hikûmetên Tirkiye û Iraqê de jî piştrast kir û Tirkiye daxuyaniyên li dijî hikûmeta Iraqê dide û şîretan dike, ti welat nikare vê qebûl bike.

Zebarî axaftina xwe wiha dewam kir: "Hin daxuyaniyên tund ên hikûmeta Iraqê li dijî vê hebûn. Bi vî rengî têkilî hat rewşeke qutbûnê. Lê me destûr nedan vê, ji ber ku ev yek ne li gorî berjewendiyên herdu welatan bû."