Zêbarî: Bi hezaran Iraqî ji bo Esat şer dikin

Zêbarî: Bi hezaran Iraqî ji bo Esat şer dikin

Wezîrê Karê Derve ê Iraqê Hişyar Zêbar li avahiya Wezareta Karê Derve a Swêdê daxuyaniyek da çapemeniyê û da diyarkirin ku, Iraqî sinor derbaz dikin û li Sûriyeyê bi hevdû re şer dikin. Zebarî hişyariya hewil didin Iraqê bikişînin nava şerê Sûriyeyê kir.

Zêbarî piştî hevdîtina bi Wezîre Karê Derve ê Swêdê Carl Bildt û Wezîrê Koçberan Tobias Billstrom pêkanî, bi Bildt re civînek hevpar ya çapemeniyê pêkanî. Zêbarî got: “Bi sedan belkî bi hezaran Misilmanên Şiî ên Iraqê çûne şerê li Sûriyeyê û tevlî hêzên hikumetê bûne. Evana bêy ku piştgiriyek û teşwîqek ya hikumetê hebe dikin. Ez dikarim bêjim polîtîkayekî hikumeta Iraqê ya bibe aliyê nelihevkirina Sûriyeye tune ye. Em her demê li dijî leşkerîbûna nelihevkirina Sûriyeyê ne.”

Beriya vê mehekê jî Zêbarî gotibû, hinek Misilmanên Sunî ên Iraqê derbazî Sûriyeyê dibin û li dijî rejima Esat di nav muxalifan de şer dikin. Zêbarî aşkera kir ku, ger şerê li Sûriyeyê bilav bibe ew bifikarin ku derbazî welatên Iraq, Lubnan, Tirkiye û Urdunê bibe. Zêbarî diyarkir ku, “Ji bo em nekevin nava şer em hemû tiştê dikin. Lê belê bandorên şer her ku diçe zêde dibe. Ji bo em sinorên xwe kontrol bikin tişta ji destê me tê em dikin.”

Wezîrê Karê Derve ê Swêdê Carl Bildt jî di hevdîtina de aşkera kir ku, ji bo nelihevkirin ber bi leşkerîbûyînê ve neçe Swêd û Iraq xwediyê heman fikrê ne, eger şer ber bi leşkerîbûyînê ve biçe dê ji bo hemû herêmê bibe rîskek mezin.