'Zarokên me di nava lepên mirinê de dihêlin'

Bavê parêzer Aytaç Uncal ê di rojiya mirinê de ye Nîhat Unsal diyar kir ku kurê wî li nexweşxaneyê di nava şert û mercên ji girtîgehê girantir de tê hiştin û got, "Gotin êdî qediya ye. Zarokên me di nava lepên mirinê de dihêlin."

Nîhat Unsal ku ji ber bêhiqûqiya bêdawî westiya ye, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sûltan Suleyman a Halkaliyê ku kurê wî yê di rojiya mirinê de ye Aytaç bi zorê rakirine wê derê, 6 roj in nobedê digire. Ji ber ku odeya kurê wî lê ye 24 saetan di bin dorpêçiya polîs û leşkeran de ye, ji paceyeke biçûk dikare li ser rewşa tenduristiyê ya kurê xwe agahiyê werbigire. Unsal têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

'ŞERT Û MERCÊN NEXWEŞXANEYÊ JI YÊN GIRTÎGEHÊ GIRANTIR IN'

Unsal destnîşan kir ku şert û mercên nexweşxaneyê yên ku kurê wî lê tê hiştin ji yên girtîgehê gelekî girantir in û diyar kir, ku li girtîgehê qet nebe hevalên wî li gel bûn, li qadeke hîn berfirehtir bû, dikarîbû hewayê bistîne, lê niha li nexweşxaneyê tecrîdkirî ye. Unsal anî ziman ku van şert û mercên nebaş bandor li rewşa tenduristiyê ya kurê wî kirine ku 184 roj in di rojiya mirinê de ye û bi bîr xist, ku mehdê kurê wî hîn bêhtir dixele, ji ber birînên li qirika wî nikare şekir jî bixwe.

'EDALET JI HEV KETIYE'

Unsal diyar kir ku piştî rapora 'Nikare li girtîgehê bimîne' ya Saziya Tipa Edlî ew li benda biryara berdanê bûn, lê belê şoq bûne û got, "Eger hatibûna berdan, meyê zarokên xwe rizgar kiribûna." Unsal ragihand ku bernedana zarokên wan li gel vê raporê biryareke siyasî ye û got, "Xuya ye li benda mirina zarokên me ne. Bi rastî jî em êdî di wê astê de ku gotin bê wate ye. Em şoq bûne. Eger li welatekî parêzer bi rengekî adîl nikare bê darizandin hingî edalet ji hev ketiye."

'BÊYÎ DERENG BIMÎNE DIVÊ BIRYARA BERDANÊ BÊ DAYIN'

Unsal anî ziman ku ew li bendê ne ku îtiraza wan a li Dadgeha Ceza ya Giran a 38'an bi rengekî erênî bi encam bibe û got, "Eger ew li vir bên hiştin wê zûtir bên kuştin. Hiştina zarokên me di nava van şert û mercan de tê wateya kuştina wan. Ji xwe tedawiyê jî qebûl nakin. Ji ber vê yekê hiştina wan a li vê derê bêwate ye."

Unsal diyar kir ku bi têrkerî xwedî li parêzeran nayê derketin û got, "Eger ji destpêkê ve xwedî li zarokên me bihata derketin, wê rewş ne bi vî rengî bûya." Unsal ji Dadgeha Bilind xwest ku tavilê dosyayê betal bike û bêyî dereng bimîne biryara berdana her du parêzeran bide.