Zarokê li Farqînê winda bû li Stenbolê hate dîtin
Yûsûf Yilmaz (14) ê li navçeya Farqîn a Amedê 1'ê Tîrmehê winda bû, li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê hate dîtin.
Yûsûf Yilmaz (14) ê li navçeya Farqîn a Amedê 1'ê Tîrmehê winda bû, li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê hate dîtin.
Yûsûf Yilmaz ê 14 salî, beriya niha bi sê rojan li navçeya Farqîn a Amedê dema pezê xwe diçêrand winda bûbû. Hate îdîakirin ku li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê gava ji firneyê nan dikirî hatiye dîtin.
Malbata Yilmaz li dîmenên mobese û kamerayên ewlekariyê yên li Beylîkduzuyê temaşe kir û teşxîs kir ku ew kurê wan e.
Piştî ku malbatê kurê xwe teşxîs kir, lêgerîna ev 4 roj in li Farqînê tê kirin, qediya. Wê li Stenbolê li Yûsûf bigerin.