Zarokê kurd ji ber ku belgeya fermî nîne, terqî mirinê kirin
Zarokê kurd ji ber ku belgeya fermî nîne, terqî mirinê kirin
Zarokê kurd ji ber ku belgeya fermî nîne, terqî mirinê kirin
Kurdên ji Sûriyeyê ji ber şer neçar man koç bikin, li Tirkiyeyê di nav şert û mercên dijwar de dijîn. Li metropolên Tirkiyeyê penaberên kurd yên Sûriyeyê hatine pirsgirêkên wekê ewlehî, têkilî, xwarin û starbûnê dijîn û ya herî girîng jî pisgirêkên tenduristiyê dijîn.
Piştî şerê navxweyî destpê kir şûnde li Halebê di navbera rejîma Esad û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) pevçûn pêk hat. Malbata Elî ya ku di nava şer de man hefteyek berê hatin Tirkiyeyê.
Li taxa xizan ya Agora ya Îzmîrê bicih bûn û ligel malbateke kurd ku ew jî ji Sûriyeyê reviyabûn bi cih bûn. Malbata Elî da zanîn ku kurê wan Îbrahîm yê 17 salî divê demildest ji apandîsîta xwe emeliyet bibe û got birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeya Tepecikê û li vir bi hinceta ku nasname û belgeyek fermî nîne ameliyat nekirine.
Bav Xelîl Elî (47) da zanîn ku ger kurê wî emeliyet nebe dibe ku kurê wî jiyana xwe ji dest bide û got êş û trajediya dikişinin, êdî jiyana wan aniye asteke dijwar.
Xelîl Elî pirsa ‘Ma gelo belgeya fermî ji jiyana kur êmin girîngtire’ kir û wiha got: “Ger bê belge nabe bila wê demê belgeyê bidin me. Bila nasnameyê bidin me. Ji xwe em di şertên dijmirovane de dijîn. Qe nebe bila mafê jiyana me ji destê me negirin.”
EM JI BI JIYANÊ HATIN LÊ…
Xelîl Elî wiha pê de çû: “Em hefteyek berê ji Halebê hatin Tirkiyeyê. Li wir birçîbûn û bê avbûn hebû. Em her roj di nava pevçûnan de bûn. Em niha di xaniyekê biçûk yê du odeyên wî hene de dijîn. Tiştek tune ku em têde razên. Ne xaliyek ne bataniye. Ji roja ku em hatine heta niha em xwrinek baş nexwariye. Jiyan êdî nayê kişandin. Kurê min divê demildest ji apandîsîta xwe ameliyat bibe. Min ew bir nexweşxaneya Tepeçîkê. Lê ji ber ku nasname û belgeya wî tunebû ameliyat nekirin. Rewşa kurê min cidiye. Her gav dikare apandîsîta wî biteqe.
BILA ALÎKARÎ BIDIN ME
Xelîl Elî bang li hemû saziyên Mafê Mirovan kir û got ew di rewşeke gelek zehmet de ne û got bi hezaran malbatên kurd yên wek wan hene. Elî wiha got: “Ji ber ku nasname û belge nîne em pirsgirêkan dijîn. Divê ev rewş bê çareserkirin. Pirsgirêkên starbûn, têkilî, ewlehî û xwarinê heye. Ya girîng jî tendurîstî. Kurê min divê demildest tedawî bibe.”