Zaroka 7 salî ya wesayîta polîsan pêlê kirî, mir

Li taxa Çal a Sêrtê wesayîta polîsan ku dewriye digeriya pê li Felek Batûr a 7 salî kir, jiyana xwe ji dest da. Bavê Felek Batûr Cemal Batûr got ku wêneyekî yê qîza wî tûneye.

Li taxa Çal a Sêrtê duh wesayîta zirxî ya polîsan ku dewriye digeriya, li Felek Batûr a 7 salî ku bi birayê xwe re li kolanê digeriya xist. Felek a ku destê wê di destê biraya wê de bû ma di bin wesayîta zirxî ya polîsan de û jiyana xwe ji dest da. Birayê wê jî bi birîndarî rizgar bû. Felek ji aliyê şêniyên taxê ve hate rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê, lê ti bersivek neda mûdaxeleyên hatî kirin.

Têkildarî bûyerê hevdîtina me bi Bavê Felek Batûr, Cemal Batûr re anî ziman ku heta niha wêneyek yê qîza wê jî tineye.