Zarg: Ez bûm heyranê berhemên Folklorîk

Zarg: Ez bûm heyranê berhemên Folklorîk

Yekem çapa pirtûka Rojîn Zarg ya binavê Fîdo (Serpêhatî) di sala 2011’an de ji aliyê weşana APEC’ê li Ewrûpayê hat weşandin. Di sala 2012’an de jî ji aliyê weşana Aramê ve hat çapkirin. Pirkûka Fîdo ku ji bo wêja Kurdî ya devkî mînakeke bi teybet xwedina wê ji aliyê jinan ve baş tê pêşwazî kirin.

Zarg li gundê Lîceyê Fiseyê ji dayîk bûye, di sala 1994’an de di rêveberiya HADEP’ê de dest bi siyasetê kiriye, di sala a1998’de zêdetir demê xwe da wêjeyê. Piştî ku di Estîtuya Kurdî a Amedê cih girt, ji derveyî du pirtûkan, 12 çîrokên zarokan yên di rengê folklorîk de ji bo weşanê amade kirin.

Pirtûka Fîko di sala 2011’an de li Stockholmê ji aliyê APEC’ê ve hat çapkirin, di sala 2012 ji aliyê Aramê ve çapa 2. hat weşandin. Nivîskar Zarg  niha pirtûka bi navê ‘Şopên Şewata Lîcê 1993’ ji bo xwendevanên xwe amade dike.

Rojîn Zarg di der barê nîvîsên xwe û li ser bi Kurdî nivîsandina xwe axivî.

Tu dikarî xwe bi kurtî bide nasîn?

Ez di sala 1973an de, li gundê Fîsa Licê hatime dinê. Ji sala 1998an ve, di rêvebiriya HADEPê ya bajarê Îzmîrê de min dest bi kar û barê siyasî kir. Ez di sala 1994an de bi paş ve vegerîm Amedê û demeke kurt li Amedê bûm berpirs û xwediyê kovara “W”ê û di heman demê de min di rêveberiya Enstituya Kurdî ya li Amedê cih girt. Ez niha hem li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kar dikim û hem jî li Zanîngeha Anadoliyê Beşa Aboriyê dixwînim. Ev demeke dûr û dirêj e ku ez li ser berhemên folklorî yên kurdî dixebitim. Di vî warî de heta niha du pirtûkên me bi awayekî hevparî ku me tomar kiribûn li ser navê Weşanên Enstituya Kurdî li Amedê hatin çapkirin. Ji derî van herdu pirtûkên folklorî 12 çîrokên gelêrî (ji bo zarokên biçûk) ku min ji bo çapê amade kirine û ji ber bêderfetiyan ew heta niha nehatine çapkirin, di destê min de ne. Berhema min a bi navê Fîdo ku serpêhatiyeke weke romanê ye, di sala 2011an de li Stockholmê ji aliyê weşanên APECê ve hat çapkirin. Heman pirtûk di sala 2012an de, jî vê carê di nav weşanên Aramê de hat weşandin. Niha jî di destê min de “Şopên şewatê Licê 1993” berhemekê min ji bo çapê amade ye û dê di demeke pir kurt de bigehîje destê xwendevanan.

Çi bandor li ser te kir ku te dest bi nivîskariyê kir û çima te mijara xebatên folklorî da pêş xwe?

Berî ku ez dest bi karê nivîsandinê bikim, min nivîseke mamoste Îsmaîl Beşîkçî xwendibû ku wî behsa girîngiya xebatên folklorî yên kurdî dikir. Di wê nivîsa xwe de mamoste Beşîkçî digot, “ji bo pêşketina ziman û wêja kurdî çavkaniyên herî bi nirx û hêja tomarkirina berhemên foklorî ne.” Vê nivîsa mamoste Beşîkçî li ser min bandoreke mezin hîşt. Min jî dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir û giraniyê da ser berhemên folklorî. Ji wê demê heta niha ez bûm evîndarê berhemên folklorî. Ji vê hindê ez li gelek bajar, bajarok û gundên Kurdistanê gerîm û min rewş û jiyana gelê xwe ji nêzîk ve nas kir. Hertim deftera min di destê min de bû û min not digirt. Lê nivîskarî ji bo min hîn destpêk e. Ez xwe weke şagirdeke ziman û wêjeya kurdî dibînim.

Ji bo amedekariya pirtûkekê çiqas dem pêwîst e gelo?

 Her berhem li gor mijara xwe kar, dem û derfet dixwaze. Ji derî wê kinbûn û dirêjbûna demên xebatê bi merc û rewşa xebat û jiyana mirov ve girêdayî ne. Heger mirov karê nivîskariyê di demên xwe yên vala de bike, dem dirêj dibe. Na ku mirov bi tenê bi karê nivîskariyê re bi awayekî profesyonelî dakeve, mirov wê demê dikare di demeke kurt de encam bigire. Min bi xwe wê demê hem li Enstîtûyê û hem jî li şaredariyê kar dikir. Min di demên xwe yên vala de giraniyê dida ser xebatên xwe yên nivîskariyê. Weke nimûne min berhema xwe ya Fîdo di navbera 3-4an salan de encax amade kir û da çapê. Lê pirtûka min a ku niha di destê min de ye “Şopên şewatê Licê 1993” min di navbera 5-6 mehan de amade kir. Nivîskarî karekî hunerî ye gelo? Ez dikarim bêjim nivîskarî hem karekî bi hunerî ye û hem jî ne ji sedî sed karekî bêhunerî ye. Ji ber ku dema mirov ji kar û barê nivîskariyê hez bike, bi xebateke zêde û di demeke dûr û dirêj de dikare bi pêş bikeve, lêbelê heta derek an jî pileyeke (derece) mirov dikare bi ser bikeve. Ji wir bi şûn ve nivîskarî şiyan (yetenek) û huner dixwaze. Ji bo nivîskariyeke/î baş û pêşketî huner roleke mezin dilîze. Li cîhanê nivîskarên herî bi nav û deng xwedî hunereke taybetî ne. Huner û zanîna xwe di pileyeke bilind de, di berhemên xwe de didin diyarkirin. Ji bo berhemên kurdî mirov dikare bêje ku zimanê kurdî nebûye zimanê perwerdê loma jî rê li pêş nivîskarên kurd venebûye û hunerên wan yên nivîskariyê veşartî û virnî mane. Mijara herdu pitûkên te yên dawî çi ne? Min mijarên her du pirtûkên xwe yên dawî “Fîdo û Şopên şewatê Licê 1993” ji jiyana rastî girt û amede kir. Mijar ne fantazî û xeyalî ne, lehengên van pirtûkan kesên ku di jiyanê de bûyer û sosret bi serê wan hatine û di nav de jiyane, yanî ew ne lehengên afirandî ne, ji ber vê yekê min xwest ku ew lehengên heqîqî di nav rûpelên dîrok a tarî û genî de wenda nebin, neyên xunaftin û bila ji bîr nebin. Ji ber vê yeke, ez ji vê mijarê ji dil û can hez dikim, hildibêjêrim, dinivîsinim û bi vê xebata xwe şad û bextewar dibim.

Li Tirkiyê rewşa çapkirina pirtûkên kurdî çawa ye, zehmet e gelo?

 Belê, li Kurdistan û Tirkiyê çapkirina pirtûkan gelek zor û zehmet e. Ji bo ku zimanê kurdî û perwerdeya kurdî tune û nefermî ye, xwendevan kêm in û bazara pirtûkên bi kurdî gelek teng e. Ji ber van sedeman weşanxaneyên kurdan zêde qîmetê nadin weşanên kurdî. Dema bazara kurdî xurt be, weşanxane wê demê dê ji bo çapkirinê li peyî berhemên kurdî bigerin, lê niha ne weha ye. Xwediyê weşanxaneyan dibêjin, “pirtûkên kurdî kêm tên xwendin û bazara kurdî sar e.” Sedemeke jê jî nivîskar ji ber tengbûna bazara kurdî nikarin debara xwe bi hatina berhemên xwe bikin û ew mecbûr dimînin ku ji bo debara xwe karekî din bibînin û bikin. Û ji ber van sedeman nivîskarên kurd nikarin bibin profesyonelê wêje û pîşeya (meslek) xwe. Ji bo piraniya nivîskarên kurd, nivîskarî dibe karekî talî, dema xebata vala û îdeal. Hûn derheqê wêjeya kurdiya nûjen de çi dihizirin? Wêjeya kurdî ya devkî gelek dewlemend e. Ji ber ku zimanê nivîsê bi salan in hatiye qedexekirin, wêjeya kurdî ya nivîskî bi pêş neketiye û riya li pêş wê ji astengan venebûye. Di van çend salên dawî de, bi zilm û zor be jî, wêja kurdî bi awayekî lez û bez bi pêş ket û dikeve. Îro ferheng, ansîklopedî, pirtûkên çavkanî û lêkolîn, roman û çîrokên kurdî li gor zamanê berê gelek zêde ne. Êdî kurd xwediyê derfetin çapemeniya nûjen in. Kurd ji nivîsê derbasî radyo, TV, înternet û teknîkê bûne. Li ser înternetê bi hezaran malperên kurdî hene. Pêşeroja çapemeniya kurdî vekirî û ronî ye.

Ji bo pêşketina xwendin û nivîsandina kurdî tu ji xwendevanên xwe re çi pêşniyaz dikî?

Li gor demên berê niha di destê me kurdan de derfetên zêde û zêde hene. Hema hema li her bajarê Kurdan û li metropolên ku kurd lê dijîn kursên kurdî tên dayîn. Di vî warî de Kurdî-Der roleke mezin dilîze û heta niha bi hezaran kes hînî xwendin û nivisandina kurdî kirine. Heta bawername (diploma) girtine û hinek ji wan bûne mamosteyên zimanê kurdî. Ji derî Kurdî-Derê di gelek dem û dezgehan de jî kursên zimanê kurdî tên dayîn. Bi tabetî şaredariyên ku di destê kurdan de ne hema hema li hemû beşên çandê xebatên ziman û wêjeyî hene. Ji wan yek jê Malên Çandê ne. Ev xebat ji bo hînbûna kurdî gaveke yekemîn û bingehîn e. Hînbûna herî girîng xwendina rojname, kovar û pirtûkên kurdî ne. Divê xwendevan her roj rojnameya kurdî ya rojane Azadiya Welat bixwînin û bişopînin. Di mehê de çend pirtûkên kurdî bixwînin û ji şûna paste, şekir û cilûbergan de pirtûkên kurdî bikirin û diyariyê hev bikin. Bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin, ji wan re pirtûkên kurdî bixwînin û didin xwendin.

Ji bo kesên ku dest bi nivîskariyê bikin tu çi pêşniyaz dikî?

Nivîskarî bi xwendinê ve girêdayî ye. Mirov nikarê nivîskaran çêbike. Kesên ku dixwazin bixwînin û binivîsînin pêwîst e ku demeke dirêj û xebateke dijwar bidin pêş xwe. Her kes li ser mijareke hûr û kûr bibe û xwe bicerbîne. Bi salan li ber destê kesên westa, zane û xwedî tecrûbe şagirdiyê bikin. Bêşagirdî û xwendin mirov nikare bibe nivîskar. Sipas ji bo van bersivên te yên xweşik û geşik! Spas ji we re jî! Bila bultena we jî xweş û geş bibe û di her hejmarê de kurdiya wê jî zêde bibe!