Zanyar û hunermendên Îngilîz destek dan Ocalan

Sendîkaya PROSPECT a Îngilîstanê ku zanyar, hunermend û endezyar endamên wê ne, tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bû.

183 hezar endamên sendîkaya PROSPECT hene. Endamên sendîkayê li karên çandinî, weşana radyoyê, parastin, perwerde, servîsên zarokan, enerjî, hawirdor, mîrateya çandî, deryayî, Telekom û ragihandinê dixebitin. Sendîka ku li zêdeyî 600 branşên li sektorên bingehîn xwe bi rêxistin kiriye, li gelemperiya Îngilîstanê personelên xwe hene.

Sendîkaya ku navenda wê li paytext Londonê ye, hefteya bihurî desteya xwe ya rêveber li hev civand û biryar da ku destekê bide kampanya "Freedom for Ocalan". Sendîkaya PROSPECT mîna sendîkaya USDAW'ê bi giranî tevlî kampanyayên piştevaniyê yên navneteweyî nabe. Lê belê her du sendîka ji bo azadiya Ocalan tevlî kampanyayê bûn.

KAMPANYA JI ALIYÊ SENDÎKAYÊN KU TEMSÎLA BI MILYONAN KESÎ DIKE, TÊ BIRÊVEBIRIN

Kampanya "Freedom for Ocalan" beriya niha bi du salan li Brîtanyayê dest pê kir û niha bi desteka sendîkayên girîng didome. Kampanya "Freedom for Ocalan" bûye yek ji mezintirîn kampanyayên ku li Îngilîstanê tê meşandin û ji aliyê sendîka û rêxistinên ku temsîla bi milyonan kesî dikin, tê birêvebirin.

Kampanya, ji aliyê Sendîkaya Unite the Union û Sendîkaya Kar a Giştî (GMB) ve sala 2016'an li Kamara Avamê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kiribû. Unite the Union sendîkaya herî mezin a li Îngilîstanê û Gallerê ye û 1,5 milyon endamên xwe hene. GMB'ê jî 800 hezar endamên xwe hene.

Tevî sendîkayên USDAW û PROSPECT'ê, rêxistinên ku destekê didin kampanyayê ev in:

Unison, duyemîn sendîkaya herî mezin a welêt e û 1.3 milyon endamên xwe hene. Sendîkaya Karkerên Ragihandinê (CWU) a ji 200 hezar endamî, Sendîkaya Mamosteyan (NEA NUT) a ji 450 hezar endamî, Sendîkaya Kar a Giştî (GFTU) ya ji 400 hezar endamî, Sendîkaya Ajokarên Trenê (ASLEF û TSSA) ya ji 45 hezar endamî, Sendîkaya Arkujan (FBU) a ji 55 hezar endamî, Sendîkaya Mamosteyên Skoçyayê (EIS) ya ji 80 hezar endamî, Sendîkaya Barhilgiriya Deryayî û Rêyên Hesinî (RMT) ya ji 80 hezar endamî.

Tevî vê yekê, Konfederasyona Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) ku zêdeyî 6 milyon endamên xwe hene, guh dabû banga sendîkayên xwe û di kongreya xwe ya par de biryar dabû ku ji bo azadiya Ocalan bi rengekî aktîf bixebite.

Her wiha Thompsons Solicitors ku 750 parêzer endamên wê ne, piştgiriyeke xurt dabû kampanya ji bo azadiya Ocalan.

FESTÎVALA KARKERAN A MEZIN DIYARÎ OCALAN HATE KIRIN

Wekî din, mezintirîn festîvala karkeran a cîhanê "Durham Miners Gala" ku 14-16'ê Tîrmehê wê bê kirin, diyarî Ocalan hate kirin. Tê payin ku zêdeyî 200 hezar kes tevlî festîvalê bibin. Festîvala "Durham Miners Gala" 134 sal in bi rengekî bê navber li Brîtanya Mezin tê lidarxistin.