Yûsûf Îba cara duyemîn rakirin nexweşxaneyê

Yûsûf Îba yê li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê de ye, cara duyemîn rakirin nexweşxaneyê.

Yûsûf Îba, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 23 roj in li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Ji ber spazma dil Îba rakirin nexweşxaneyê.

Îba careke din tedawî red kir û çalakiya xwe didomîne.

Bi sedan Kurdistaniyên ku bi rewşa Îba hesiyan berê xwe dan Navenda Gelê Kurd a li Torontoyê.

Li bajarê Ottawayê bi sedan Kurdistanî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî û Parlamenta Ottawayê li hev civiyan û çalakî li dar xistin.