Yusekdag: Baweriya min bi hiqûqa Tirkiyeyê nîne
Hevseroka berê ya Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a rehîn girtî got: “Xwezya dost û dijmin mert ba. Ez ji hiqûqa welat bawer nakim.”
Hevseroka berê ya Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a rehîn girtî got: “Xwezya dost û dijmin mert ba. Ez ji hiqûqa welat bawer nakim.”
Rûniştina 2’an a doza bi îdîaya ‘Heqaret li miletê Tirk, dewleta Komarê ya Tirk û daraza Tirk kiriye’ ya di derbarê Hevseroka berê ya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Fugen Yuksekdag a rehîn girtî hatibû vekirin de pêk hat. Yuksekdag bi rêya Sîsteyam Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa F a Kandiranê tevlî rûniştina 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hate kirin bû.
‘EZ JI HIQÛQA VÎ WELATÎ BAWER NAKIM’
Yuksekdag ev got: “Desthilata siyasî zext û çewisandinên xwe li ser daraza vî welatî bikar tîne. Ez di çavê gel de parlementerekim. Ji xwe rêveberên desthilatê bi xwe dibêjin em wan bernadin. Ez du caran girtî me. Gelê Ewropa û gelên Tirkiye di ferqa vê bêhiqûqiyê de ne. Ji ber bûyerên di vê pêvajoyê de qewimîn, ji bo gele me û civakê mekanizmaya baweriyê nema. Eger ku li welatekê tişta ku mirov xwe pê bigire daraza be û ew jî nemabe, ti xêr ji vê nayê. Desthilata siyasî ji bo vê civakê ne ya bi xêrê bû. Ez ji hiqûqa vî welatî bawer nakim.
Xwezga mîna şaîrêvaî gotî dost û dijmin bi merd ba.
Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ9 li dijî me operasyonên siyasî hatin kirin. Bi BHQ’ê welat nayê bi rêvebirin, veguheriye kaosekê.”
Piştre jî parêzerên Yuksekdag Kenan Maçoglû û Mavîş Aydin mafê axaftinê girtin.
Heyeta dadgehê jî doz taloqî 27’ê Sibata 2020’ê kir.