Metîn Yûrtsever ê ku 19 sal berê dema di serdegirtina Serokatiya Bajêr a HADEP’ê ya hatibû binçavkirin û piştre di binçavan de hatibû qetilkirin, li rêxistina bajêr a HDP’ê ya Kocaeliyê hate bibîranîn.
‘GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ SOZA ME YA JI METÎN RE YE’
Hevserokê HDP’ê yê bajarê Kocaeliyê Şahabettîn Işık axaftineke kurt kir û got, “Kesên di oxira şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, em ê tu carî wan ji bîr nekin. Têkoşîna wan rêya me ronî dike.”
Şahidê wê Îsmet Yûrtsever jî got ku, “Tiştên ku îro dikin û ên wê demê tu carî negueriye. Metîn kesekî kedkar bû û di her warî de têkoşîna xwe didomand. Têkoşîna wî îro jî rêya me ronî dike. Soza me ya ji Metîn re ev e ku em têkoşîna wî geştir bikin.”
‘POLÎSAN XWESTIN ME BIKUJIN’
Hevalê Metîn Yûrtsever, Ramazan Bîlgîner qala wan rojan kir û got, “Wê demê di êşkenceyê de parsûyên min şikandin. Min Metîn nedît, lê şahidên wê demê digotin ku rewşa wî gelekî ne baş bû.” Bîlgîner diyar kir, ji ber ku parsûyên Yûrtsever şikandibûn, xwînê xwe bera hinavê wî dabû û ji ber vê jiyana xwe ji dest da. Bîlgîner got ku, “Polîsan jixwe dixwestin me bikujin. Bi rojan êşkence li me kirin. polîsan Metîn birin nexweşxaneyê lê li wê derê mudaxele nehate kirin. Li benda man ku Metîn jiyana xwe ji dest bide.”