Yuksekdagê tevlêbûna bi rêya SEGBÎS’ê ya li rûniştinê red kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di doza wê ya li Wanê de tevlêbûna bi rêya SEGBÎS’ê red kir. Biryar hate dayîn ku dosyeya vê dozê bi dosyeyeke li Enqereyê bibe yek.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di doza wê ya li Wanê de tevlêbûna bi rêya SEGBÎS’ê red kir. Biryar hate dayîn ku dosyeya vê dozê bi dosyeyeke li Enqereyê bibe yek.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlementera HDP’ê ya Wanê Fîgen Yuksekdag ji ber ku di demên cihê de beşdarî çalakiyên partiya xwe bûye û ji ber axaftinên di van çalakiyan de bi sûcdariya ku ‘Heqaret li serokkomar kiriye’ û ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ doz lê hatibû vekirin û rûniştina 3’emîn a vê dozê hate kirin.
Fîgen Yuksekdag a ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ye tevlêbûna bi rêya SEGBÎS’ê a li rûniştina doza li Wanê red kir. Fîgen Yuksekdag di rûniştina berê de diyar kiribû ku ew dixwaze rû bi rû parastina xwe bike.
Heyeta dadgehê biryar da ku dosyeya doza Yuksekdagê bi dosyeyeke din a ku li Enqereyê ye, bikin yek.