Yuksekdag û Demîrtaş peyam şandin kongreya bajêr a HDP’ê

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag peyameke nivîskî şandin kongreya HDP’ê ya Stenbolê.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku di girtîgeha Edîrneyê de ye peyameke nivîskî şand kongreya HDP’ê ya Stenbolê. Peyama Demîrtaş wisa ye:

“Ez we hemûyan silav dikim. Ez bi fîzîkî ne di nav we de me lê dil û mejiyê min bi we re ye. Ez bawer im rêxistinên me yên bajêr xebateke berfireh a rêxistinkirin û siyasetê dikin.”

 

HETA KU DEMOKRASÎ AVA NEBE AŞTIYA CIVAKÎ PÊK NAYÊ

Têkoşîna demokrasî û aştiyê beriya her tiştî bi sebir, bawerî, dilsoziyê pêk tê. Heta ku demokrasî ava nebe aştiya civakî pêk nayê. Heta ku kêşeya Kurdan çareser nebe, aştiya civakî pêk nayê.

Divê rêxistin, pêkhate û hemû saziyên me yên li Stenbolê bi ferasetê tevbigerin. Em ji nava pêvajoyeke tarî derbas dibin lê dawiya vê serdemê wê ji bo me hemûyan ronî be.

Ez hemû hevalên ku di van rojên dijwar de peywir wergirtine spas dikim û serkeftinê ji hevalên ku wê werin hilbijartin re dixwazim. Bila riya me vekirî be. Em ê teqez bi ser bikevin.”

YUKSEKDAG: HDP’Ê DESTHILATDARÎ HEJAND

Piştî peyama Demîrtaş a Fîgen Yuksekdag hate xwendin ya ku parlementerî û endamtiya wê partiyê hate betalkirin. Peyama Yuksekdag jî wisa ye:

“4 sal berê rejîma AKP’ê ya faşîst êrîşî jiyana azad û komunal a li Geziyê kiribû. Lê nikaribûn giyanê Geziyê desteser bikin. HDP bi giyanê Geziyê desthilatdarî hejand. Desthilatdariyê îcar jî şer bi pêş de bir û dest bi Rewşa Awarte kir. Lê ew çiqasî erîşê me bikin jî, meşa azadî, demokrasî û hêviyê didome.

Ez kongreya me û rêveberiya nû silav dikim a ku divê berpirsyariya vê demê hilde û dîsa ji nû ve HDP bike vîna hevpar a gelan. Em ê bi ser bikevin.”