Yuksekdag: PKK’ê ji lîsteyê derxin ev daxwaza gel e

Yuksekdag: PKK’ê ji lîsteyê derxin ev daxwaza gel e

Di Mîhrîcana Çandê ya Kurd a Navneteweyî ku li Dusseldorfê pêk tê û bi dehhezaran kes beşdar bûne, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bang li welatên Ewropa kir,  xwest PKK’ê lîsteya ‘rêxistinên terorê’ derxin û got: “Ev daxwaza gelekî ye, daxwaza bi milyonan e.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di axaftina xwe ya di mîhrîcanê de ku xîtabî bi dehhezaran kir got ku silavên Qendîl, Mexmûr, Hewlêr, Rojava, Amed û Stenbolê anîne.

Yuksekdag bal kişand ser têkoşîna şoreşgerî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û got: “Ev berxwedan berxwedana diyarkirina azadiya gelê me ye.”
Yuksekdag daxuyakirin ku wê dest bidin hev û çeteyên DAIŞ berteref bikin. Yuksekdag axaftina xwe wiha domand: “Ez ji bajarekî Ewropayê bang dikim. PKK'ya ku we heta îro wek terorîst îlan kir, li Rojhilata Navîn îro li hemberî hovîtiyê yekane parêzvanê nirxê mirovatiyê ye” û wiha pirs kir: “Wê demê terorîstê rastî kî ye?”

Yuksekdag daxuyakirin ku PKK li Şengal û Mexmûrê destaneke mezin a mirovatiyê nivîsandiye û got: “PKK ne terorîst e. Terorîstên rastî hêzên emperyalîst ên navneteweyî ne. tavilê dest ji vê şaşîtiya xwe berdin. Hêzên berxwedana rewa ji lîsteyên terorê derxin. Ev daxwaza gelekî ye. Ev daxwaza milyonan ne. Ev daxwaza tevahî gelên herêmê yên ji bo pêşeroja xwe ava bikin derketine rê ne.”

Yuksekdag di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şoreşa Rojava û berxwedana li dijî DAIŞ û wiha axivî: “Bila her kes baş bizane wê ev îrade û destkeftî tenê bi Rojava re sînor nemÎne. Li Şengalê û Nînova ji bo rêveberiya cewherî ya nû û yekîtiya parastina cewherî pêk were gav tên avêtin.”