Yuksekdag peyama sersaxiyê ji hevjîna Talebanî û YNK’ê re şand

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya girtî Fîgen Yuksekdag, peyama sersaxiyê ji bo Celal Talebanî şand.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya girtî Fîgen Yuksekdag ji bo hevjînê Damezrênerê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan û 6’emîn Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî Hero Îbrahîm û rêveberiya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan re payama sersaxiyê şand.

‘YEK JI QEHREMANÊ KU NEYÊ JI BÎRKIRINE’

Yuksekdag di peyama ji bo hevjînê Talebanî Hero Îbrahîm şandî wiha ye:

“Birê Hero Îbrahîm Ehmed

Bi xemgîniyeke mezin me agahiya wefata hevjînê te yê Birêz Mam Celal bihîst. Êşa we ji dil û can parvedikim. Wê Mam Celal di têkoşîna azadiya gelê Kurd de her demê mîna qeheremanekê bê bibîr anîn.

Sersaxiyê di serî de ji we û hemû xizmên we re dixwazim, Mam Celal bi rêzdarî bibîr tînim.

Yuksekdag di dewama peyama xwe de ji bo YNK’ê jî ev tişt got:

 “Wefata Birêz Celal Talabanî yê ku tevahî temenê xwe dayî ji bo azadiya gelê Kurd windahiyeke mezin e.

Bê şik û goman wefata Mam Celal di serî de ji bo gelê Kurd û her kesê demokrat û azadîxwaz êşeke mezin e. Lê têkoşîna Mam Celal ji bo me hêlayî, wê her demê bibe ronahiya rêya me.

Rehmê ji xudayê mezin ji bo Mam Celal ê lîderê partiya we dixwazim, serê gelê Kurd sax be.”