Yuksekdag ji HDP'yiyên girtî re nameyek şand
Yuksekdag ji HDP'yiyên girtî re nameyek şand û got, "Em bi hev re li ber xwe didin, em ê bi hev re bi ser bikevin."
Yuksekdag ji HDP'yiyên girtî re nameyek şand û got, "Em bi hev re li ber xwe didin, em ê bi hev re bi ser bikevin."
Yuksekdag ji HDP'yiyên girtî re nameyek şand û got, "Em bi hev re li ber xwe didin, em ê bi hev re bi ser bikevin." Yuksekdag wiha dewam kir: "Girtina me li girtîgehê ceza nîne, nîşaneya me ya rûmetê ye. Nîşaneya mirovên ku hêvî, wêrekî û wefa ji xwe re kirine mertal e."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, ku li Girtîgeha Kandirayê ye, ji endam û rêveberên HDP'ê yên girtî ne, nameyek şand.
Yuksekdag, hemû endamên HDP'ê û hevrêyên xwe silav kir û got, "Em di tuneleke zehmet, teng û tarî re derbas dibin. Ev tune, duh û siberojê bi hev ve girê dide. Çiqasî zehmet be, çiqasî tarî be, dîsa jî em ê li serê vê tunelê, di nava wê ronahiyê de li hev bicivin."
Yuksekdag bibîr xist, ku zexteke giran li her cihî li ser rêveberên navçeyan, navenda partiyê û saziya hevserokatiyê heye û got, "Em bi sedema vê yekê dizanin. Em nîşan didin, ku jiyaneke nû û Tirkiyeyeke nû ya demokratîk, tenê xeyalek nîne... Em ji têkoşîna yekîtiya pirrengî, azadî û aştiyê ya gelên xwe re, pêşengiyê dikin... Dema mirov ji vî alî ve li rewşê dinêrin, hingî tê dîtin, ku girtina me li girtîgehê ceza nîne, ev yek nîşaneya rûmetê ye. Nîşaneya wan kesan e, ku ji rêya xwe venagerin, ji soza xwe ya daye şehîdên demokrasî û aştiyê venagerin, li dijî hovîtiyê, nîşaneya kesên ku hêvî, wêrekî û wefa ji xwe re kirine mertal.
Bêguman li derve, gelek wezîfeyên divê em bikin hene. Lê belê dîrok her tim bi vî rengî nayê nivîsandin. Yên ku ji ber doza xwe ya mafdar hatine girtin, ne li derveyî herikîna dîrokê ne, ew li nava vê herikînê ne."
Yuksekdag diyar kir, ew hem parçeyke ji dîrokê ne, hem jî yekbûna dîrokê ne û wiha dewam kir: "Dibe ku em hemû bûne hedefa siyaseteke tolhildêr û nehiqûqî. Lê belê ev nehiqûqî û tolhildêrî, rizgarî nîne. Yên ku neheqiyê li me û gelên me dikin, yên ku zilmê li ser me ferz dikin, ew ketine ser rêyeke veger jê nîne. Yên ku tenê bi zext û zordariyê li ser piyan dimînin, yên ku rêyeke bi tenê, alternatîfa şexsekî datînin pêşiya gelên me, hewl didin rewşa xwe ya riziyayî bipêçin û pêşkêş bikin. Em dizanin ev ambalaj wê negire û rastiya wan derkeve holê."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag got, "Ji dil bawer dikim, ku çi li hundir, çi jî li derve, em ê li her cihî, bêyî tarîkirina cewherê, Îro û sibe bi rengekî paqij radestî civakê bikin.
Me hemûyan bi hev re partiya xwe ya di nava doza xwe ya însanî û dewlemendiya xwe de ava kir, em bi hev re xebitîn, me bi hev re li ber xwe dan. Kêfxweşî û êş, me bi hev re dît û kişand. Em niha dîsa bi hev re li ber xwe didin û em ê bi hev re bi ser bikevin."